BI DÎMEN

Li Parîsê çalakiya ‘Cizîrê’ rastî êrîşa polîsan hat: 25 binçavkirin

Polîsên ku êrîşê çalakiya ‘Cizîrê’ ya li Parîsê kirin, 25 kes binçav kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa, Kurdistanî û endamên saziyên şoreşger ên Tirkiyeyî li pêşiya Sefîrxaneya Parîsê ya dewleta Tirk çalakî li dar xistin. Piştî pevçûnên qewimî 25 kes hatin binçavkirin.

Di çalakiya ku dowîzên qetlîama Cizîrê protesto dikirin hat rakirin de, dirûşmeya “Qatil Tirkiye, Hevkar Ewropa” hat berzkirin, polîsan xwestin ku çalakvan ji pêşiya sefaretxaneyê veqetin. Di navbera polîsên ku bi bombeyên gazê û copan êrîş kirin û çalakvanan de pevçûn derket. Piştî pevçûnê li gor navên heta niha zelal bûne, 25 Kurdistanî hatin binçavkirin. 15 kes jî ji be derbeyên copan birîndar bûn.

SAET 17.00’AN ÇALAKÎ

Piştî bûyerên, Kurdên ku herikîn Navenda Kurd a Demokratîk a Parîsê, xwe ji bo çalakiya saet 17.00’an li Qada Repûblîqûe amade dikin.