Ji bo Saltanê YPS’yî mewlûd hat dayîn

Ji bo endamê YPS’ê Mehmet Saltan ê di çalakiya li dijî Navenda Qedemeya Polîsan a li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.

Ji bo endamê YPS’ê Mehmet Saltan ê di çalakiya li dijî Navenda Qedemeya Polîsan a li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê jiyana xwe ji dest da, di konê taziyeyê yê li navenda bajar bi tevlîbûna bi sedan kesî ve mewlûd hat dayîn. Hevşaredar, rêveberên HDP, DBP’ê jî tevlî mewlûdê bûn. Di mewlûdê de Serokê Şaxa Şirnexê yê MEYA-DER’ê Halît Gungen axivî, destnîşan kir ku gelê Kurd her roj cenazeyên xwe dispêre axê û bi qetlîaman re rû bi rû ye, wiha dewam kir: “Roj ne roja terikandina mal, tax û xaka xwe ye, roj roja ji bo rawestandina zilam dewletê ketina berxwedanê ye.”

Bavê Saltanê YPS’yî Îbrahîm Saltan jî wiha axivî: “Ji ber kurê min şehîd ketiye ez ne xemgîn im. Ji ber ji bo têkoşîna azadiya gelê xwe ket axê ez ser bilind im û kêfxweş im.”

Mewlûd piştî dua û danîna xwarinê bi dawî bû.