2 hezar malbatên din ên ji Helebê koç kirin xwe li Efrînê girtin

2 hezar malbatên din ên ji ber şerê dijwar ji bakurê Helebê reviyan, xwe li Kantona Efrînê girtin.

Li bakurê Helebê, şerê di navbera çeteyên pişta xwe dispêrên dewleta Tirk û rejîma Baasê de bi dijwarî dewam dike.

2 hezar malbatên din ên ji şer reviyan, danê sibehê xwe gihandin Kantona Efrînê.

Rêveberiya Kantonê û Îdraya Kampa Rûbar bi hemû derfetên xwe re hewl didin malbatan bi cih bikin û bersivê bidin pêdiviyên wan ên însanî. Gelê kantonê jî li gorî derfetên xwe alîkariyê dide koçberan.

Piraniya koçberên xwe gihandin kampa Rûbarê ji Ezaz, Til Rifet û Kefer Nasîhê ne.