Hêrsa Kurdên li Ewropayê mezin dibe

Li bajarên Ewropayê, çalakiyên li dijî komkujiyên bi dest û fermana AKP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê tên kirin, dewam dikin.

Li bajarên Ewropayê, çalakiyên li dijî komkujiyên bi dest û fermana AKP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê tên kirin, dewam dikin.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê, Kurdistanî û şoreşgerên Tirkiyeyî li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Parîsê çalakî pêk anîn. Çalakgeran dewleta Tirk şermerzar kirin û ji Fransayê re jî gotin, "Bêdengiya we ya li pêşberî vî sûcê mirovahiyê, hevpariya we nîşan dide."

NEU MUNSTER: Li bajarê Elmanya Neumunsterê, greva birçîbûnê ya sê rojan a Elewiyan bi dawî bû.  Li ser navê navê çalakgeran Erdogan Bîçîcî banga muzakereyê kir û got, "Divê AKP ji bîr neke, Kurd Kurdên berê nînin. Elewî Elewiyên berê nînin. Qesr wê li Erdogan bibe zîndan."

MARSÎLYA: Li bajarê Fransa Marsîlyayê, ji bo şermezarkirina komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, balafirgeh hat dagirkirin. Kurdistaniyên li Marîgnanê dijîn, danê sibehê çalakî pêk anîn û xwestin, li dij komkujiyan bê derketin. Çalakgeran berxwedana xwerêveberiyê jî silav kirin.

NANTES: Li rojavayê Fransayê bajarê Nantesê, Kurdistanî ji bo Cizîrê rabûn ser piyan. Li ser banga Komeleya Jinê ya Zîn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li balafirgeh û walîtiyê çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin û banga hişyarî û berpirsyariyê hat kirin. Girseya gel berê xwe da Konsolosxaneya Tirk jî û li vê derê dirûşmên "Kujer Erdogan", "Tolhildan", "Terorîst Tirkiye" qîriya.

KASSEL: Li bajarê Elmanya Kasselê, bi armanca şermezarkirina komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, avahiya Şaredariya Kasselê hat dagirkirin. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî bêdengiya li komkujiyên AKP'ê dan û xwestin bi rayedarên şaredariyê re hevdîtinê bikin.

...