Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Êlihê: Li her deverê bendan deynin, dakevin qadan
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Êlihê, banga serhildanê li gel kir û wiha got: “Divê her herêma Êlihê, her kolan vegerin çalakiyan; divê dijmin li kolanên me negerin.”
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Êlihê, banga serhildanê li gel kir û wiha got: “Divê her herêma Êlihê, her kolan vegerin çalakiyan; divê dijmin li kolanên me negerin.”
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Êlihê piştî qetlîama li Cizîrê daxuyaniyek da û wiha anî ziman: “Divê li her herêma Êlihê, her kolanan bend bên danîn; li her deverê agirê berxwedan û tolhildanê bê pêxistin. Ji destê kê çi were niha divê bike. Her kes derkeve ber derê mala xwe, kolana xwe û taxên xwe biparêzin.”
‘LI HER DEVERÊ BENDAN AVAN BIKIN’
Di daxuyaniyê de ev îfade cih girtin:
“Ji îro û şûn de divê her deverên Êlihê vegerin serhildanê. Divê li her kolan û herêmê bend were avakirin. Em rê nedin ku dijmin di kolanan de biçe û bê.
Berxwedana gelê me yên li Cizîr, Sûr , Nisêbîn, Silopiya, Hezex û Geverê dirokê dinivîsîne. Çawan ku li Komînên Parîs, gelê Vîetnam û şoreşger li ber xwe dan û bi serketin, îro jî şoreşgerên Kurdistanî ber xwe bidin û bi ser kevin.
Li Cizîrê 15 birîndarên ku bi rojan di bodrûmê de asê mabûn li pêş çavên her kesî hatin qetilkirin. Duh şev 60 welatiyên me ji aliyê faşîst AKP’ê ve hatin qetilkirin. Em ê heta kengî li van qetlîaman bimeyzînin? Îro li Cizîrê qetlîam pêk tê. Rewşa meyzandinê wê sibehê rê li qetlîamên li Amed, Wan, Êlih û tevahî Kurdistanê bide vekirin. Li hember zilmê îro roja berxwedanê ye. Îro em li ber xwe nedin wê sibehê hê qetlîam pêk werin. Ji destê kê çi were îro roja pêkanînê ye. Roj roja mil bi mil berxwedanê ye. Li pişt benda li hember faşîstan roja berxwedanê ye.
‘DIVÊ TI KES JIYANA XWE YA NORMAL BERDEWAM NEKE’
Îro divê gelê Êlihê li gorî dîroka xwe rabe serhildanê û ji tevahî Kurdistanê re pêşengtî bike. Ji îro û şûn de divê li her devera Êlihê vegere serhildanê. Ji sibehê û pêde li Êlihê divê 3 rojan jiyan were rawestandin. Heta ku li Cizîrê qetlîam hebin ti kes jiyana xwe ya normal berdewam neke. Dikandar divê kepengan bigirin, ajokar kontakan bigirin, xwedekar dibistanan boykot bikin û xebatkar neçin ser kar. Divê her devera Êlihê vegere çalakiyan. Heta ev qetlîam bi dawî nebin çalakiyên me bê navber bidomin. Bi ti awayî divê çeteyên faşîst nekevin kolanên me, bi asanî tevger nekin.
‘JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ WÊ BIKE; BEŞDARÎ BERXWEDANÊ BIBIN’
Li her kolanên Êlihê, li her taxên wê divê bend bên avakirin; li her herêmê agirê berxwedanê bê pêxistin. Ji destê kê çi tê divê niha bike. Divê her ker derdeve ber derê mala xwe, kolana û taxên xwe biparêzin. Hemû rê bi bendan bên qepatkirin. Ji berxwedanê zêdetir ti rêyên me ya jiyanê nemaye. Yên ku bikarin bi keviran şer bikin bi kerviran, ên bi daran bikarin bila bi daran û yên ku bikarin çek bikar bînin bila biçeka rabin berxwedanê. Roj roja polîs û leşkerên çeteyên qesrê ji Êlihê derxistinê ye. Roj roja bi ruhê serhildanê di pêşengtiya ciwan û jinan de daketina qadan in. Faşîzm wê winda bike û wê azadî bi ser bikeve.”