‘Berxwedan jiyan e bêdengî îxanet e’

Platforma Hunermendên Êzîdî (PHÊ), bang li tevahî gelê Kurd kir ku li kû derê dibin bila bibin, li hember qetlîamên dewlata Tirk û AKP’ê bêdeng nemînin.

Platforma Hunermendên  Êzîdî (PHÊ), bang li tevahî gelê Kurd kir ku li kû derê dibin bila bibin, li hember qetlîamên dewlata Tirk û AKP’ê bêdeng nemînin.

Platforma Hunermendên Êzîdî di daxuyaniyê de wiha anî ziman: “Gelê Kurdistanê yên dilsoz û Êzidîyên bi rûmet, êdî ti wateya gotinan nemaye dem dema berxwedan û serhildanê ye.”

‘LI HEMBER ÊRÎŞÊN DEWLETA DAGIRKER, BÊ DENGÎ İXANET E’

Platforma Hunermendên Êzîdî (PHÊ) da xuyakirin ku ji bo gelê Kurd roja heyîn û neyînê ye. Êdî divê li hember van qetlîaman ti kes nebe temaşevan. Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî wiha got: “Bi ruhên Bêrîvan û hemî cangoriyên Cizîra Botan û hemû şehîdên şoreşê, em dibêjin berxwedan jiyan e bêdengî ixanet e.”

Em weke PHÊ, berdêl çi dibe bila bibe em li pişt gelê xwe ne û bi ti awayî rê nadin ku nirxên neteweyî bên binpêkirin. Banga berxwedan û serhildanê li tevahî gelê Kurd bi taybet li ciwanan dikin ku rabin têkoşînê.

Heta ku dagirkeriya hikûmeta AKP’ê xaka Kurdistanê neterikîne, em dawî li çalakiyên xwe nînin. Bi ruhê berxwedana Cizîr, Sûr, Silopiya û tevahî Kurdistanê, wê tola û heyfa gelê Kurd bê hildan. Wê dewleta Tirk li ketina xaka Kurdistanê poşman bibe.

Banga berxwedan û serhildanê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin.