HDP-DBP: Divê gel nesekine; her kes li ber xwe bide!

Hevserokên DBP û HDP'ê yên Bajarê Amedê li dijî komkujiya li Cizîrê banga berxwedanê kirin. Hevserokan diyar kirin, eger li ber xwe bê dayîn wê pêşî li wehşetê were kirin, naxwe li gelek cihên din komkujiyên mezintir dikarin rû bidin.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amedê, li dijî komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, banga berxwedanê kirin.

ONEN: DIVÊ GEL NESEKINE

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen da xuyakirin, ku hêzên dewleta Tirk ên nikarin berxwedanê bişikînin, xwestine gelê Cizîrê qetil bikin. Onen diyar kir, ji bo wergirtina birîndaran her kes bi rojan e di nava hewldanên mezin de ne û anî ziman, ku birîndarên li 'jêrzemîna wehşetê' ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin. Onen got, "Pêwîste gel di vê demê de nesekine; her kes li dijî wehşetê li ber xwe bide."

'EGER EM DERENG BIMÎNIN, DIBE KU LI SÛRÊ KOMKUJIYÊN MEZINTIR RÛ BIDE'

Onen da zanîn, ku ew ê bi gel re ji niha û pê ve heta dawiyê dest bi berxwedaneke mezin bikin û got, "Weke hemû pêkhateyên partiyê, saet di 14:00 de em ê li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr bin. Li hemberî vê komkujiyê em ê bêdeng nemînin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Lazim e gelê me ji niha û pê ve bi awayekî giştî li ber xwe bide. Em duh dereng man îro Cizîr qewimî. Eger em îro û sibe dereng bimînin, dibe ku li Sûrê komkujî û wehşetên mezintir bên kirin. Ji bo sekinandina vê komkujî û wehşetê, pêwîste temamiya gelê me rabe ser piyan."

ŞÎMŞEK: EGER EM LI BER XWE BIDIN, EM Ê VÊ WEHŞETÊ BIŞIKÎNIN

Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek da xuyakirin, ku wan gelek caran xwestin û hewl dan birîndarên li Cizîrê rakin, lê belê dewlet bû asteng. Şîmşek anî ziman, ku li hemberî komkujiyên tên kirin gelê Amedê wê 3 rojan li ser piyan be, nerazîbûna xwe nîşan bide û heta dawiyê li ber xwe bide. Şîmşek got, "Bi berxwedanê re em dikarin vê wehşetê bişikînin."