Malbatên welatiyên li Cizîra Şirnexê birîndar bûn, piştî bihîstina komkujiyê daxuyandin ku kujerê zarokên wan kifş e û AKP wê di xwîna zarokên wan de bifetise. Malbatan banga serhildanê li gelê Kurd kir.
Li navçeya Cizîra Şirnexê hêzên dewletê ku bi rojan e amadekariya komkujiyê dikirin, duh bi şev êrîşî birîndarên di çend avahiyan de asê mane, kir. Ligel ku hêj hejmar ne zelale jî tê daxuyandin ku gelek kes hatin qetilkirin. Li ser vê agahiyê malbatên endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Mehmet Yavuzel, Berpirsyarê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, Alî Fırat Kalkan, Îslam Balikesîr û gelek malbatên din ên ku bi rojane li Nisêbînê di nav meşvanên Botanê de cihê digirin, li Navenda Çanda Mîtanî li hev kom bûn. Malbatên birîndarên ku angaşt heye hatine qetilkirin, hêrsa xwe li hemberî kujeran anî ziman. Malbatan bang li tevahiya gelê kurd kir ku li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne. Malbatan Erdogan wekî kujerê sereke bi nav kir û bang li gelê kurd kir. Dayîkên ji bo birîndar û kesên hatin qetilkirin lorondin, nerazîbûna xwe anî ziman.
'AKP WÊ DI XWÎN ZAROKÊN ME DE BIFETISE'
Dayika endamê PM’ya DBP'ê Mehmet Yavuzel, Hanim Yavuzel destnîşan kir ku ev hovîtî û qetlîam pir ber bi çav e û bi bîr xist ku qetlîama niha tê kirin di asta tevkujiya herî mezin de ye. Yavuzel li hember şerê qesra Erdogan û AKP'ê bertek nîşan da û got ku wê AKP û Serokomarê Tirk Erdogan wê di nav vê xwînê de bifetisin. Yavuzel banga berxwedanê li tevahiya gelê Kurd û cîhanê kir.
‘ROJ ROJA SERHILDANÊ YE’
Dayika Midûrê Berpirsyarê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş, Melîha Aktaş jî anî ziman ku li ber çavên hemû cîhanê zarokên wan bi zanebûn hatin qetilkirin û got ku heta ew saxbin wê ti carî vê qetlîamê ji bîr nekin. Aktaş da zanîn ku roj roja xwedî derketina namûs û şerefê ye û der bir ku AKP wê di bin vê qetlîamê de bimîne û hesabê bide.
Xaltîka Alî Firat Kalkan, Azîme Aral jî li hember komkujiyê bertekên xwe anî ziman û banga serhildanê li gelê kurd kir.