Polîsên Tirk êrîşî protestoya komkujiyê ya li Qoserê kirin

Bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta AKP'ê li Cizîrê kir, girseya gel li Qoserê li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin.

Rêxistinên DBP û HDP ên navçeya Qoserê û pêkhateyên KJA'yê, ji bo komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye şermezar bikin, li Meydana Azadiyê li hev civiyan. Girseya gel li vê derê dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Tolhildan, tolhildan" û "PKK gel e gel li vir e" qîriya. Lê belê polîsên Tirk bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kirin.

Girseya gel bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Bûyer û aloziya li navçeyê dewam dike. Girseya gel li nava kolanan, komkujiyê protesto dike.