KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dayikên ber bi avahiya wehşetê ve ketin rê hatin astengkirin
10 dayikên bi alên spî ve ber bi Taxa Sûr a Cizîrê ketin rê li Cadeya Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê hatin astengkirin. -
Ji jêrzemîna wehşetê hewara mirovahiyê: Birîndar bi şewatê hatin qetilkirin
Hevseroka berê ya HDP’ê ya Navçeya Milasê Derya Koç, wehşetek nû ya di avahiya Taxa Sûr a Cizîrê de hat jiyîn ji Med Nûçe TV re vegot. -
Dayik ber bi avahiya wehşetê ve ketin rê
Bi armanca gihiştina 20 kesên hatine qetilkirin û 15 kesên birîndar ên li Taxa Sûr a Cizîrê, 10 dayik bi alên spî ve ber bi taxê ketin rê. -
Li hember herêmên gerîla êrîşên hewayî, li Bestayê operasyon
Êrîşên bombardûmankirina artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîla yên hewayî û bejahiyê didomin, îro ji saetên sibehê ve li hember herêma Besta operasyonek hat destpêkirin. -
Însiyatîfa Gel bangek girîng li gelê Amedê kir
Însiyatîfa Gel a Amedê, der barê çalakiyên ev du roj in bênavber dewam dikin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Însiyatîfê çalakî silav kir û diyar kir, ku dikan êdî dikarin bên vekirin, lê belê divê çalakî û serhildan bênavber dewam bikin. -
Dewleta Tirk 170 çeteyên derbasî Sûriyeyê kirin
Li gorî çavkaniyan di navbera 6 û 9’ê Sibatê de 34 wesayît û 170 çete bi alîkariya artêşa Tirk derbasî xaka Sûriyeyê bûn. -
Geverî ber bi saziyên dewletê ve dimeşin
Geveriyan, nerazîbûn nîşanî hêzên dewletê yên ji maşînên zirxî gule li zarokan direşînin dan û ber bi avahiyên emniyetê, qeymeqamtiyê û lojmanên tîmên tevgera taybet lê dimînin, meşiyan. -
Ji Rojava bang: Em xwedî li berxwedana bê hempa ya Cizîrê derkevin
Omer, ji ANF’ê re axivî, bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re, wiha got: “Dewleta Tirk her tim ji bo tinekirina Şoreşa Rojava dijminantî kir.” -
Bavê Derya Koç a li jêrzemîna wehşetê: Gazê berdidin nava avahiyê
Li jêrzemîna avahiyeke din a Cizîrê derket holê ku îro zêdeyî 20 sivîl hatine qetilkirin. Bavê yek ji birîndarên li vê avahiyê Derya Koç Kemal Koç diyar kir ku dor li jêrzemînê hatiye girtin û di her kêliyê de dikarin birîndaran înfaz bikin. -
Balafirên şer bombeyan li Xakurkê û Xinêrê dibarînin
Balafirên şer ên Tirk, ji saet 09:30 ê danê vê sibehê û vir ve bombeyan li ser Xakurkê û Xinêrê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin. -
Li Cizîrê hovîtiya bêsînor: Cenaze hatine şewitandin, lebat hatine jêkirin!
Piraniya cenazeyên di wehşeta li Cizîrê de hatin înfazkirin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, derket holê ku şewitîne û lebatên wan hatine şêkirin. -
Bûlak ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Mahmût Bûlak ê bi guleya polîsan hat qetilkirin, bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî, hat oxirkirin. Di merasîmê de soza mezinkirina berxwedanê hat dayîn. -
Li Parîsê meşa ji du baskan destpê kir
Bi pêşengiya CDK-F û Tevgera Jinên Kurd û bi desteka gelek saziyan re, komploya 15'ê Sibatê bi meşekê tê protestokirin. -
Malbatên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, ji bo teşxîsê berê xwe dan Mêrdînê
Malbatên mirovên li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê bi birîndarî hatin înfazkirin, ji bo teşxîskirina cenazeyan berê xwe dan Mêrdînê. -
Li Kerkûkê nerêtî hat protestokirin; polîsan êrîş kirin
Li Kerkûkê, bi armanca şermezarkirina nelirêtiya di firotina petrolê de tê kirin, xwepêşandanek hat lidarxistin. Lê belê polîsan êrîşî koma çalakger kir. -
Tevgera hewayî ya li Colemêrgê didome
Li Gever û Şemzînanê balafir û helîkopterên şer ên dewleta Tirk di nava liv û tevgerê de ne. -
Li Şirnexê tevgereke awarte heye
Hêzên dewletê li Şirnexê, bendên ji hesin danîn pêşiya Midûriyeta ya Bajêr û bi bendên ji kevir re rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê li çûn û hatinê girtin. -
Li derveyî welat çalakiyên protestoyî dewam dikin: Serketin wê ya Kurdan be
Komkujiya AKP li Cizîrê kir, li derveyî welat tê protestokirin. Li New York, Den Haag û Awûstûryayê, Kurdistanî û dostên wan daketin kolanan û AKP û hêzên li pêşberî komkujiyan bêdeng in, şermezar kirin. -
Navên 20 birîndarên li Cizîrê bi înfazê re rû bi rû ne
Piştî taxa Cûdî, li taxa Sûrê jî bi qasî 20 kes li jêrzemîna avahiyekê hatin qetilkirin. Li vê jêrzemînê 20 kes jî birîndar in û ase man e. Navên van birîndaran eşkere bûn. -
Derya Koç a li jêrzemîna wehşetê ye: Di her kêliyê de dikarin me qetil bikin
Li jêrzemîna avahiyeke din a Cizîrê gelek kes hatin qetilkirin. Derya Koç a li vê jêrzemînê ye got, "Berî saetekê êrîş kirin û bi qasî 20 hevalên me şewitandin, qetil kirin. Em 15 birîndar mane. Dor li me girtine, her gavê dikarin me qetil bikin." -
Li Cizîrê wehşeteke din: 25 kesên din şewitandin, qetil kirin
Li gorî agahiyan, ji 50 kesên li jêrzemîn avahiyeke li taxa Sûrê ya Cizîrê asê mabûn 20-25 kes bi şewatê hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku hêzên dewletê hewl didin birîndarên sax mane jî qetil bikin. -
MLKP li dijî AKP a li Cizîrê komkujî kir, banga çalakiyan kir
MLKP'ê li hemberî AKP a li Cizîrê komkujî kir, banga mezinkirina berxwedanê kir. -
Hevalên Bûlak ên xwestin tevlî merasîma cenaze bibin rastî astengiya polîsan hatin
Hevalên Mahmût Bûlak ê 16 salî yê li Amedê duh ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, ji bo tevlî merasîma cenaze bibin xwestin ji Lîseya Namik Kemal bimeşin. Lê belê polîsên Tirk pêşî li xwendekaran girtin. -
KCB: Li dijî faşîzma AKP'ê em bi gelê Kurd re tevbigerin
Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê ya gelê Asûrî-Suryanî (Kongre Camayto D'Bethnahrîn-KCB), li ser komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir daxuyaniyek weşand. -
Otopsiya cenazeyên anîn Mêrdînê destpê kir
Otopiya 8 ji 27 cenazeyên kesên li Cizîrê hatin qetilkirin ên anîn Mêrdînê, destpê kir.