Geverî ber bi saziyên dewletê ve dimeşin
Geveriyan, nerazîbûn nîşanî hêzên dewletê yên ji maşînên zirxî gule li zarokan direşînin dan û ber bi avahiyên emniyetê, qeymeqamtiyê û lojmanên tîmên tevgera taybet lê dimînin, meşiyan.
Geveriyan, nerazîbûn nîşanî hêzên dewletê yên ji maşînên zirxî gule li zarokan direşînin dan û ber bi avahiyên emniyetê, qeymeqamtiyê û lojmanên tîmên tevgera taybet lê dimînin, meşiyan.
Dewleta Tirk hejmareke zêde leşker û alavên leşkerî veguhast navçeyên Colemêrg Gever û Şemzînanê. Zêdeyî 40 maşînên zirxî yên leşkerî yên bi tîpa Kîrpî ji aliyê Wanê ve ketin nava navçeya Geverê û ji vir derbasî Şemzînanê bûn.
Ji maşînên zirxî yên piştî veguhastinê vegeriya navenda Geverê, gule li zarokên ji xwe re li derve bi berfê dilîstin, hat reşandin. Li ser vê yekê Kurdistanî daketin kolanan û rêya Cengîz Topal li çûn û hatinê girtin.
Li navçeya ku esnafan dikan girtin, bi sedan kes bi qırîna dirûşmeyan ber bi avahiyên emniyetê, qeymeqamtiyê û lojmanên tîmên tevgera taybet lê dimînin, meşiyan.