Bavê Derya Koç a li jêrzemîna wehşetê: Gazê berdidin nava avahiyê

Li jêrzemîna avahiyeke din a Cizîrê derket holê ku îro zêdeyî 20 sivîl hatine qetilkirin. Bavê yek ji birîndarên li vê avahiyê Derya Koç Kemal Koç diyar kir ku dor li jêrzemînê hatiye girtin û di her kêliyê de dikarin birîndaran înfaz bikin.

Li jêrzemîna avahiyeke din a Cizîrê derket holê ku îro zêdeyî 20 sivîl hatine qetilkirin. Bavê yek ji birîndarên li vê avahiyê Derya Koç Kemal Koç diyar kir ku dor li jêrzemînê hatiye girtin û di her kêliyê de dikarin birîndaran înfaz bikin. Koç da xuyakirin, ku di axaftina herî dawî ya bi keça xwe re kirî de, keça wê jê re gotiye ku birîndarên çûne lavabo û tiwaletê gotine gazeke bêhna mirovan diçikîne li nava avahiyê belav bûye. Koç bang li gelê Kurd kir ku li dijî vê wehşetê bi lez bikeve nava tevgerê.

Piştî wehşeta li jêrzemîna avahiya duyemîn a li taxa Cûdî, ku hêzên dewletê bi dehan birîndar înfaz kirin, wehşeteke din a li jêrzemîna avahiyeke din îro eşkere bû. Ji 50 sivîlên li jêrzemîna avahiyek li taxa Sûrê asê man, 20 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin û qetilirin. 25 kesên birîndar jî rû bi rûyê qetilkirinê ne. Ji van birîndarên li jêrzemîna vê agahiyê Hevseroka berê ya HDP'ê ya Navçeya Mûgla Mîlasê Derya Koç bi rêya telefonê bi bavê xwe yê di berxwedana nobedê ya li Nisêbînê de axivî û agahî da bavê. Bi vê agahiyê re, rastiya wehşetê derket holê. Bavê koç Kemal Koç da xuyakirin, ku AKP hewl dide wehşeteke din bike û bang li gelê Kurd kir, ku bikeve nava tevgerê.

'WÊ ÎNFAZ BIKIN'

Koç anî ziman ku keça wê ji zûdeyî ji bo serdanê hatibû Cizîrê, ji ber qedexe û êrîşan nikarîbû derkeve û piştre ew pê hesiyane. Koç da zanîn ku herî dawî îro keça wê bi rêya telefonê lê geriya ye û ragihandiye ku ew tevî hevalên xwe li jêrzemîna avahiyeke li taxa Sûrê asê mane û jê re gotiye, ew bi qasî 50 kes in, 20 jê hatin qetilkriin, zêdeyî 25 kes birîndar in û di her kêliyê de dikarin bên înfazkirin.

'GAZ LI NAVA XANÎ BELAV DIBE'

Koç da xuyakirin ku piraniya mirovên li jêrzemînê jiyana xwe ji dest dan, ji ber şewata ji topbarana ji tankan jiyana xwe ji dest dane û anî ziman, ku dewlet dixwaze keça wî jî di nav de 25 kesên birîndar înfaz bike. Koç diyar kir, keça wê Derya jê re gotiye ji lûleyên kanalîzasyonê mîna bêhna gazê bêhnek tê û bêhna mirovan diçikîne. Koç da zanîn, ku birîndar ji bo xwe ji gazê biparêzin qulên lavabo girtine û xwarin û vexwarina wan jî nemaye.

'JÊRZEMÎN NIHA HATIYE DORPÊÇKIRIN'

Koç da xuyakirin, ku hêzên dewletê niha jêrzemîna birîndar lê ne dorpêç kirine û eger bi lezgînî tiştek neyê kirin dibe ku birîndarên sax jî qetil bikin. Koç diyar kir, birîndar bi giranî bi parçeyên şarapnelê birîndar bûne û keça wê Derya jî ji lingê xwe birîndar bûye. Koç ragihand, AKP'ê piştî taxa Cûdî li taxa Sûrê jî mora xwe daniye binê wehşeteke nû û bang li tevahiya Kurdan kir ku li hemberî wehşeta ji aliyê AKP'ê ve tê kirin rabin ser piyan.