Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Amedê de hat gotin, "Gelê Amedê ev 2 roj in li ser piya ye. Rabûye serhildanê. Em hevrêyê xwe Mahmût Bûlak ê di vê serhildanê de şehîd ket bi minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wî bi ser bixînin. Em gelê Amedê yê du roj in li meydanan e silav dikin. Her wiha em spasiyên xwe pêşkêşî esnafên xwe yên 2 rojan dikanên xwe venekirin, ajokarên wesayîtên xwe nexebitandin û kedkarên xwe yên neçûn kar, dikin. Esnafên me êdî dikarin dikanên xwe vekin. Dikan wê bên vekirin, lê çalakî û serhildanên me wê bidomin. Bi taybetî bi çalakiya êvarê ya dengderxistinê re divê gelê me biherike kolanan. Divê çalakiya dengdayînê hebe, lê ev bi tena serê têrê nake. Tevî vê çalakiyê pêwîste her kes derkeve ber deriyê xwe."
'DIVÊ BENDÊN LI TAXAN NEYÊN RAKIRIN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana li Sûrê û hat destnîşankirin, ku ji bo komkujî li navçeyê nebe, divê serhildan bênavber dewam bike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê agirê me yê berxwedanê qet venemire, bendên me yên li taxan qet neyên rakirin. Heta ku gefa komkujiyê bidome, em ê serhildanên xwe nesekinînin.
Bi serhildanan re em dikarin dorpêçiya li ser Sûrê rakin. Hingî em ê pêşî li komkujiyên li Cizîrê bigirin. Sûr wê li ber xwe bide, Amed wê li ber xwe bide û em ê bi ser bikevin."