BI DÎMEN

Li Parîsê meşa ji du baskan destpê kir

Bi pêşengiya CDK-F û Tevgera Jinên Kurd û bi desteka gelek saziyan re, komploya 15'ê Sibatê bi meşekê tê protestokirin.

Li paytexta Fransa Parîsê, meşa bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" tê lidarxistin, danê sibehê saet di 10:00 de ji du baskan ve destpê kir.

Bi pêşengiya CDK-F û Tevgera Jinên Kurd û bi desteka gelek saziyan re, komploya 15'ê Sibatê bi meşekê tê protestokirin.

Meşê ji Vîllîelers le Bel û Vîlleneûve Saînt Georges destpê kir û wê di rojan bidome. Piştî meşa 2 rojan girseya gel wê roja Pêncşemê saet di 16:00 de li ber Parlamenta Fransayê mîtîngekê lidar bixin.

Li baskê meşê yê li Vîlleneûve Saînt Georgesê, Kurdistaniyên ji herêma yekemîn a Parîsê, Navenda Civaka Demokratîk ên li Evry û Normandiya, Komeleya Sînemîlî, TEV-ÇAND, ACTÎT û dostên Kurd dimeşin. 

Li baskê duyemîn ê j Vîllîers Le Belle, Kurdistaniyên ji herêma duyemîn a Parîsê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Creîlê, FEDA, Meclîsa Govend û endamên Mala Pazarcixiyan dimeşin.

Meşê saet di 10:00 de piştî daxuyaniya çapemeniyê destpê kir.

...