Li Şirnexê tevgereke awarte heye

Hêzên dewletê li Şirnexê, bendên ji hesin danîn pêşiya Midûriyeta ya Bajêr û bi bendên ji kevir re rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê li çûn û hatinê girtin.

Li navçeyên Şirnex Cizîr û Silopiyayê bi mehan e hêzên dewleta Tirk wehşetê dikin. Li navenda bajarê Şirnexê jî heman hêzên dewleta Tirk, dest bi amadekariyeke mezin a leşkerî kirin.

Hêzên dewletê li Şirnexê, bendên ji hesin danîn pêşiya Midûriyeta ya Bajêr û bi bendên ji kevir re rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê li çûn û hatinê girtin.

Hêzên dewletê yên li taxên berxwedana xwerêveberiyê encam negirtin, xwe vekişandin nava saziyên dewletê û bi tîmên xwe yên taybet ên li avahiyên bilind bi cih kirî re, êrîşî taxan dikin.

Li aliyê din, gelek maşînên zirxî û TOMA li hewşa avahiya midûriyeta emniyetê ya berê ya taxa Bahçelîevlerê hatin bicihkirin.