Mahmût Bûlak ê bi guleya polîsan hat qetilkirin, bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî, hat oxirkirin. Di merasîmê de soza mezinkirina berxwedanê hat dayîn.
ANF
AMED
çarşem, 10 reşemiyê 2016, 12:42
Cenazeyê Mahmût Bûlak ê duh li Amedê di dema xwepêşandana şermezarkirina komkujiya li Cizîrê de bi guleya polîsên Tirk hat qetilkirin, ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hat wergirtin û anîn Goristana Yenîkoyê. Cenaze li vê derê ji aliyê bi hezaran kesî ve li ber dirûşmên "Şehîd Namirin", "Hevrê Mahmût Namire", "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav" û "PKK tolhildan" hat pêşwazîkirin. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî darbesta cenaze birin gora lê bê veşartin.
Dayika Bûlak di dema veşartina cenazeyê kurê xwe de ji ser hişê xwe çû û got, "Wî veneşêrin, Mehmûdê min ji tariyê ditirse, axê navêjin ser wî, ew hînê zarok e! Amed nas nedikir, nizanîbû. Em nikarîbûn lê xwedî derkevin. Me ew li cem Çekwar veşart. Bila bişewite Baglar, bila bişewite ev bajar."
Piştî veşartina cenaze li ber Sirûda Çerxa Şoreşê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle li vir peyivî û got, "Dewleta ku duh Rozerîn, Çekwar, Şiyar qetil kir, îro Mehmûd qetil kir. Em ji dewletê re dibêjin; êdî bes e destê xwe ji ser bedena zarokên me bikişîne."
Piştî axaftinan girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Em hemû Mehmûd in", "Bi kuştinê re em naqedin" heta mala sersaxiyê ya li Temîra meşiya. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp li vir peyivî û got, "Dema mesele Kurd be, çi jin, çi mêr, zarok û extiyar gelê me qetil dikin. Ez ji we rica dikim; bi girseyî tevlî çalakiya dengderxistinê ya her roj saet 7'an bibin, ku dengê me ewçend bilind bibe, êdî ew guhên ker jî bibihîzin."