Hevalên Bûlak ên xwestin tevlî merasîma cenaze bibin rastî astengiya polîsan hatin
Hevalên Mahmût Bûlak ê 16 salî yê li Amedê duh ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, ji bo tevlî merasîma cenaze bibin xwestin ji Lîseya Namik Kemal bimeşin. Lê belê polîsên Tirk pêşî li xwendekaran girtin.
ANF
AMED
çarşem, 10 reşemiyê 2016, 10:31
Hevalên Bûlak ê bi guleya polîsan aht qetilkirin, ji bo tevlî merasîma cenaze bibin li hewşa Lîseya Namik Kemal a Amedê li hev civiyan.
Bi sedan xwendekarên li hev civiyan, ji bo tevlî merasîmê bibin dest bi meşê kirin. lê belê polîsên Tirk deeriyê hewşa dibistanê quflandin. Hewşa dibistanê ji aliyê bi dehan maşînên zirxî û wesayîtên bi marka Ford Ranger ve hat dorpêçkirin.
Ciwanên ku zêdeyî saetekê li hewşa dibistanê hatin ragirtin, çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Piştî demekê, ciwanên li vir hatin ragirtin, yek bi yek serbest hatin berdan.