Navên 20 birîndarên li Cizîrê bi înfazê re rû bi rû ne

Piştî taxa Cûdî, li taxa Sûrê jî bi qasî 20 kes li jêrzemîna avahiyekê hatin qetilkirin. Li vê jêrzemînê 20 kes jî birîndar in û ase man e. Navên van birîndaran eşkere bûn.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, hejmara mirovên ji ber komkujiyên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, zêde dibin. Li taxa Cûdî di nava çend rojan de bi dehan kes hatin qetilkirin. Danê vê sibehê jî ji taxa Sûrê agahiya li ser komkujiyekê hat. Derya Koç da xuyakirin, ku li jêrzemîna avahiya ew tê de ne, bi qasî 20 hevalên wan bi topbarana hêzên dewletê şewitîne, jiyana xwe ji dest dane. Koç anî ziman ew 20 kes jî birîndar in û bi înfazê re rû bi rû ne.

Koç navê birîndaran eşkere kir: Lokman Bîlgîç, Mûrat Kekîn, Sînan Kaya, Îbrahîm Îvrendî, Firat Malgaz, Orhan Tûnç, Meryem Akyol, Mursel Dalmiş, Star Ozturk, Mûrat Tûnç, Abdulselam Tûrgût, Fatma Demîr, Emel Aydin, Mesût Ozer, Abdullah Ozgur, Agît Aydin, Derya Koç, Bariş Gasîr, Sahîp Edîp û Ferhat ê paşnavê wî nehat zanîn.

Koç diyar kir, ku di her kêliyê de dikarin bên înfazkirin û bang li gel kir, ji bo wan ji avahiya lê asê man e û hatine dorpêçkirin, derxîne.