MLKP li dijî AKP a li Cizîrê komkujî kir, banga çalakiyan kir
MLKP'ê li hemberî AKP a li Cizîrê komkujî kir, banga mezinkirina berxwedanê kir.
MLKP'ê li hemberî AKP a li Cizîrê komkujî kir, banga mezinkirina berxwedanê kir.
MLKP/Kurdistan der barê komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku AKP li bajarên Bakurê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ'ê qirêjtir şerekî bi xwîn dimeşîne û hat gotin, "Ev şerê kirêt ê li hemberî daxwaza xwerêveberiyê ya gelê me hat destpêkirin, yekser ji aliyê Tayyîp Erdogan û çeteyên wî ve tê meşandin. Ev keriyê kujeran, bêyî exlaq û pîvanan nas bike, bi hemû hêza xwe hhewl dide vîna gelê me yê ji bo azadiyê rabûye ser piyan bişikîne. Ev kujerên ku bi rojan nehiştin ambûlans xwe bigihînin birîndarên li avahiyeke li Cizîrê, birîndar şewitandin û qetil kirin. Bi vî rengî nîşan da bê çiqasî hatine xezebê û çavsor bûne."
MLKP Kurdistan destnîşan kir, ku desthilatdariya AKP'ê ya mêtînger faşîst, kujer û dijminê hevpar ê gelên Kurd û Tirk e û da zanîn, ku li dijî vê desthialtdariya bi komkujiyê re bersivê dide daxwazên mafdar ên gelê Kurd, wezîfe û deynê gelên Tirkiyeyê yên kedkar e ku dakevin kolanan û berxwedanê mezin bikin.
Di daxuyaniyê de bang gelên Tirkiyeyê û hemû bindestan hat kirin ku dakevin kolanan, bend û xendekan zêde bikin û li dijî tirs û xofa qesr dixwaze belav bike, têbikoşin.