Ji Rojava bang: Em xwedî li berxwedana bê hempa ya Cizîrê derkevin
Omer, ji ANF’ê re axivî, bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re, wiha got: “Dewleta Tirk her tim ji bo tinekirina Şoreşa Rojava dijminantî kir.”
Omer, ji ANF’ê re axivî, bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re, wiha got: “Dewleta Tirk her tim ji bo tinekirina Şoreşa Rojava dijminantî kir.”
Serokê Konseya Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdûlkerîm Omer li dijî qetlîamên AKP’ê yên li Cizîrê banga xwedîderketina berxwedanê kir.
Omer, ji ANF’ê re axivî, bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re, wiha got: “Dewleta Tirk her tim ji bo tinekirina Şoreşa Rojava dijminantî kir.”
Omer destnîşan kir ku heman qetlîamên li Rojava pêk hatine niha li ser Bakurê Kurdistanê tê pêkanîn, wiha dom kir: “Rawestandina van qetlîaman û xwedî li gel derketin hinekî jî berpirsiyariya me ye, divê em xwedî lê derkevin.”
Omer nerazaîbûn nîşan da ku derdorên navneteweyî têkîliyên berjewendiyan li ber çavan digirin û li hember qetlîamên AKP’ê bêdeng dimînin, wiha ragihand: “Ji destpêkê ve ji bo berjewendiyên xwe yên Rojava û Sûriyeyê, Tirkiyeyê piştgirî da her cure çeteyên êrîşkar. Niha jî hewl dide penaberan wek qoz bikar bîne.”
‘LI HEMBER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN’
Omer wiha got: “Em sekna bê hempa û lehengî ya gelê Cizîrê silav dikin. Em qetlîamên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk li Cizîrê dikin şermezar dikin. Qetilkirina mirovên birîndar û sivîl sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”
Serokê Konseya Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdûlkerîm Omer diyar kir ku projeyên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn xwefirehkirinê û bûyina hêzek dagirkeriyê têk çûye, da xuyakirin ku dewleta Tirk niha jî li Bakurê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê pêk tîne, banga xwedîderketina berxwedanê kir.