Li derveyî welat çalakiyên protestoyî dewam dikin: Serketin wê ya Kurdan be
Komkujiya AKP li Cizîrê kir, li derveyî welat tê protestokirin. Li New York, Den Haag û Awûstûryayê, Kurdistanî û dostên wan daketin kolanan û AKP û hêzên li pêşberî komkujiyan bêdeng in, şermezar kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 10 reşemiyê 2016, 11:37
Komkujiya AKP li Cizîrê kir, li derveyî welat tê protestokirin. Li New York, Den Haag û Awûstûryayê, Kurdistanî û dostên wan daketin kolanan û AKP û hêzên li pêşberî komkujiyan bêdeng in, şermezar kirin.
NEW YORK
Li bajarê DYA New Yorkê, komkujiya li Cizîrê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin. Tevî New York û New Jerseyê, ji Bostonê jî tevlîbûn li çalakiyê çêbû.
Li ser banga HDK New Yorkê, xwepêşandêr li ber avahiya navendî ya New York Timesê li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Girseya gel piştre ji vê derê dest bi meşê kir û berê xwe da avahiya navendî ya CNN a li New Yorkê. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li hemberî komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin bikevin nava tevgerê.
Di çalakiyê de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin û hat destnîşankirin, ku serketin wê ya berxwedêran be.
DEN HAAG
Kurdên li Den Haagê dijîn, li dijî komkujiyên AKP'ê daketin kolanan. Di çalakiya li ber avahiya parlamentê de, karîkaturên Hîtler û Erdogan ên li cem hev, hatin hilgirtin. Çalakgeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî serdana Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya li Hollandayê dan. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî komkujiyan hat şermerzarkirin û banga xwedîderketina li berxwedana Botanê hat kirin.
VIYANA
Kurdistaniyên li Awûstûryayê dijîn, ji St. Poltenê dimeşin Viyanayê. Kurdistanî û dostên wan wê bi qasî 70 kîlometreyan bimeşin û sibe saet di 17:30 de beşdarî mîtînga aktîvîstên jin bibin.