KCB: Li dijî faşîzma AKP'ê em bi gelê Kurd re tevbigerin

Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê ya gelê Asûrî-Suryanî (Kongre Camayto D'Bethnahrîn-KCB), li ser komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir daxuyaniyek weşand.

Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Ev komkujiya ji aliyê faşîzma AKP'ê û zîhniyeta dewleta kûr a Tirk ve hatiye kirin, mixabin li pêş çavên tevahiya cîhanê û Ewropa ya 'medenî' pêk hat û kes dengê xwe dernaxîne. Agahiya vê nûçeyê, di dema ku Serokwezîra Elman Angela Merkel li Enqereyê bû belav bûbû. Lê çi ecêb e ku Merkel qet qala vê mijarê nekiriye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tirkiye gav bi gav ber bi faşîzmek ne kêmî faşîzma Hîtler ve diçe û hat gotin, "Yekane rêya pêşîgirtina li vê faşîzmê; têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê, kedkar, demokrat, şoreşger, karker û gundî ya bi gelê Kurd re ye."

'BILA GELÊ ME YÊ LI WELÊT Û DÎASPORAYÊ NERAZIBÛNÊ NÎŞAN BIDE'

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Em bang li gelê xwe yê li welêt û dîasporayê dikin, ku piştgiriyê bide gelê Kurd û li dijî faşîzma AKP'ê derkeve. Em, komkujiya dewleta faşîst kiriye, bi tundî û nefret şermezar dikin. Em, welatên Yekîtiya Ewropayê yên bi tenê lê temaşe dikin û rola sê meymûnan dilîzin, protesto dikin."