Li Kerkûkê nerêtî hat protestokirin; polîsan êrîş kirin
Li Kerkûkê, bi armanca şermezarkirina nelirêtiya di firotina petrolê de tê kirin, xwepêşandanek hat lidarxistin. Lê belê polîsan êrîşî koma çalakger kir.
Li Kerkûkê, bi armanca şermezarkirina nelirêtiya di firotina petrolê de tê kirin, xwepêşandanek hat lidarxistin. Lê belê polîsan êrîşî koma çalakger kir.
Komek ji Kerkûkiyan a bi navê 'Koma Nerazîbûna li dijî Nelirêtiya di firotina Petrolê de', danê vê sibeyê li kolana Bexdayê li hev civiya û xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Ji ber ku hêzên ewlekariyê hewl dan pêşî li çalakiyê bigirin, komê rêya Bexdayê li çûn û hatinê girt û li vê derê daxuyanî da.
'DIVÊ GEL JÎ SÛDÊ JÊ BIGIRE'
Di daxuyaniya li vê derê hat ragihandin, ku divê nelirêtiya li Kerkûkê tê kirin bê lêkolînkirin û hat destnîşankirin, ku ji petrol û gaza xwezayî ya ji bajêr derdikeve, gel bi ti awayî feydê nabîne.
Çalakgeran diyar kirin, ku ew nizanin hatineyên petrol û gazê bi ku ve diçin û gotin, "Em dixwazin berpirsyarên vî karê ne li rê hesab bidin. Îro li Başûrê Kurdistanê gel di nava lepên krîza aborî de ye. Em qebûl nakin ku hatineyên petrolê biherike kasa çend kesan. Ji bo azadkirina vê xakê, vî gelî berdêl da. Lewma divê ev gel jî ji dewlemendiyên vê axê sûdê werbigire."
Piştî daxuyaniyê, polîsên hêzên taybet (yekîneyên sûat) hatin cihê bûyerê û bêyî hişyariyekê bidin yekser êrîşî gel kirin. Li ser vê yekê gel jî bersiv da êrîşa polîsan û şer derket. Di aloziya li vê derê de polîsan 3 aktîvîst bi lêdanê kirin binçavan.