Li Cizîrê wehşeteke din: 25 kesên din şewitandin, qetil kirin

Li gorî agahiyan, ji 50 kesên li jêrzemîn avahiyeke li taxa Sûrê ya Cizîrê asê mabûn 20-25 kes bi şewatê hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku hêzên dewletê hewl didin birîndarên sax mane jî qetil bikin.

Piştî ku li jêrzemînên du avahiyên li Cizîrê bi dehan kes bi bomberdûmanê re hatin şewitandin û qetilkirin, wehşeteke din derket holê. Ji 50 kesên li jêrzemîna avahiyek li nêzî Kerem Otel a li taxa Sûrê, hat ragihandin ku 20-25 kes bi şewatê hatine qetilkirin.

Hevseroka berê ya HDP'ê ya Mîlasê Derya Koç, ku tevî 50 kesan li jêrzemînê asê maye, bi rêya telefonê li bavê xwe geriya û jê re got, "Niha li vê derê 20-25 hevalên me yên asê mane, şewitandin û qetilkirin. Hewl didin yên mayî jî înfaz bikin."

Kemal Koç anî ziman ku keça wê sibeha roja Duşemê lê geriya ye û jê re gotiye ew li jêrzemîna avahiyekê asê mane û got, "Piştî nûçeya 60 mirov hatin qetilkirin belav bû, keça min li min geriya û got ku rewşa wan baş e. Got ku kontor di telefona wê de nîne û xwest kontor bişîne telefona wê. Min kontor şand telefona wê. Ji hingî ve ez pê re neaxivîme, nikarim xwe bigihînim. Lê belê îro li min geriya û got ku rewşa wan nebaş e."