Dayik ber bi avahiya wehşetê ve ketin rê
Bi armanca gihiştina 20 kesên hatine qetilkirin û 15 kesên birîndar ên li Taxa Sûr a Cizîrê, 10 dayik bi alên spî ve ber bi taxê ketin rê.
Bi armanca gihiştina 20 kesên hatine qetilkirin û 15 kesên birîndar ên li Taxa Sûr a Cizîrê, 10 dayik bi alên spî ve ber bi taxê ketin rê.
Danê sibehê piştî Derya Koç li bavê xwe geriya û ragihand ku li Taxa Sûr a Cizîrê asê mane û nêzî 20 hevalên wan bi şewitandinê hatine qetilkirin, 10 dayik bi alên spî ve ber bi taxê ketin rê. Dayik ji bo pêşî li înfazkirina 15 birîndarên li avahiyê bigirin hewl didin xwe bigihînin avahiyê.
Her wiha hat dîtin ku domahiya rojê li derdora avahiya li Taxa Sûrê bombe hatin barandin.