Dayikên ber bi avahiya wehşetê ve ketin rê hatin astengkirin

10 dayikên bi alên spî ve ber bi Taxa Sûr a Cizîrê ketin rê li Cadeya Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê hatin astengkirin.

10 dayikên bi alên spî ve ber bi Taxa Sûr a Cizîrê  ketin rê li Cadeya Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê hatin astengkirin.

Danê sibehê piştî Derya Koç li bavê xwe geriya û ragihand ku li Taxa Sûr a Cizîrê asê mane û nêzî 20 hevalên wan bi şewitandinê hatine qetilkirin, li ser vê 10 dayikên ku bi alên spî ve ber bi taxê ketin rê li Cadeya Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê hatin rawestandin û hatin dûrxistin.