Li Cizîrê hovîtiya bêsînor: Cenaze hatine şewitandin, lebat hatine jêkirin!

Piraniya cenazeyên di wehşeta li Cizîrê de hatin înfazkirin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, derket holê ku şewitîne û lebatên wan hatine şêkirin.

Otopsiya 12 cenazeyên ji Cizîrê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dewam dike. Mirovên ketin otopsiyê gotin, piraniya cenazeyan hatine şewitandin û lebatên (organ) wan hatine jêkirin.

Hat ragihandin, ku ji ber hatine şewitandin, cenaze nayên teşxîskirin û serê yek ji cenazeyan jî hatiye pelçiqandin, lewma bi tenê otopsiya bedena wî tê kirin. Cenazeyekî din jî her du lingên wî hatine jêkirin.

Piştî otopsiyê tê payîn ku cenazeyan bişînin Cizîrê.