Dewleta Tirk 170 çeteyên derbasî Sûriyeyê kirin

Li gorî çavkaniyan di navbera 6 û 9’ê Sibatê de 34 wesayît û 170 çete bi alîkariya artêşa Tirk derbasî xaka Sûriyeyê bûn.

Li gorî çavkaniyan di navbera 6 û 9’ê Sibatê de 34 wesayît û 170 çete bi alîkariya artêşa Tirk derbasî xaka Sûriyeyê bûn.

Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe çeteyên li Sûriyeyê destek dike, ji Tirkiyeyê derbasbûna Sûriyê û Rojava hesan dike. Di vê çarçoveyê de li gorî çavkaniyên taybet, di navbera 6-9 Sibatê de 34 wesayîtên pîkab ên çeteyên Ehrar el-Şam û cebilxane barkirî ji Tirkiyeyê derbasî xaka Sûriyeyê bûne.

Çavkaniyê diyar kir ku wesayîtên çeteyan di ser Kampa Atmê ya parezgeha Îdlibê re derbasî xaka Sûriyeyê bûne û wexta ev wesayît ji wargeha Atmê ber bi gundê Dêr Belût ê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê ve hatine, artêşa Tirk ji bo vê yekê veşêrin fîşekan diteqînin û nahêlin ku şêniyên gund derkevin derve.

Her wiha çavkaniyê diyar kir ku 9`ê Sibatê 170 çeteyên Ehrar el-Şam di herêma Harim a girêdayî Idlib derbasî herêma Heleb bûne û li Til-Rifet û Ezazê bi cih bûne.

Hate destnîşankirin ku gelek belgeyên alîkariya dewleta Tirkiyê ji çeteyan re isbatdike ketine dest û herî dawiyê kamyona ser girtî ya girêdayî febrîkeya Marsîn a Tirkiyê kete dest de. Ew kamyona cebilxane tê de bû Tirkiyê destek da ku derbasî herêma Efrînê bibe û tabyet derbasî gundê Çetel Zarte yê ku YPG`ê rizgarkiribû.