Li Hesekê civîna Malbatên Şehîdan

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Hesekê bi pêşengiya Wezareta Malbatên Şehîdan û Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê bi beşdariya 250 malbatan civînek hat lidarxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Hesekê bi pêşengiya Wezareta Malbatên Şehîdan û Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê bi beşdariya 250 malbatan civînek hat lidarxistin.

Di civînê de Wezîrê Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo, Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Kamûran Lewent û Mûnzûr Qamişlo amade bûn.

GULO: LI DÛ PARÇEKIRINÊ NE

Gulo di axaftina xwe ya li vir de got, "Dewletên navneteweyî li dû parçekirina vî welatî ne. Me li hemberî ti gelî çek bi kar neanîn, me bi tenê li hemberî hêzên dagirker xwe parastin. Ev yek jî ji bo parastina gelan bû. Lewma civînên Cenevre-3 û Riyad, gelên Sûriyeyê temsîl nakin. Bi armancên cuda tên lidarxistin. Em Cenevre-3 weke 'Lozana Duyemîn' dibînin."

Gulo, komploya 15'ê Sibatê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat kirin, şermezar kir.

QAMIŞLO: BI QASÎ NAN Û AV PÊWÎSTIYA ME BI TÊKOŞÎNÊ HEYE

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mûnzûr Qamişlo jî got, "Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Di pêvajoyeke têkoşîn û berxwedan divê. Kî dibe bila bibe, kîjan hêza dagirker dibe bila bibe, wê li hemberî hêza têkoşer a gelan têk biçe."

Qamişlo bal kişand ser bandora YPG/YPJ'ê ya bi lehengiya xwe re li cîhanê deng veda û got, "Di encama vê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hatin ragihandin. Em ê 2016'an bikin sala serketinê. Lewma bi qasî nan û avê pêwîstiya me bi têkoşînê heye."

...