Azadiya Welat: Ji aqûbeta Rohat û ji komkujiya AKP berpirsyar e

Rojnameya Azadiya Welat, têkîldarî rewşa Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameyê Rohat Aktaş ê ku jê agahî nagirin de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi dehan birîndar û kesên sivîl ev bi rojan bû ku di avahiyan de asê mabûn û li benda rakirina nexweşxanê bûn. Duh êvarê jî hêzên rejîma AKP'ê operasyonên înfazê li van avahiyan kirin û li gel ku hejmar ne zelal e, gelek kes hatin qetilkirin. Yek ji kesên ku jê agahî nayê girtin jî Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş e. Ji Rojnameya Azadiya Welat, edîtorê rojnameyê Zeynel Bûlût axivî û diyar kir ku yên li Cizîrê hatiye jiyîn komkujî ye. 

Bûlût destnîşan kir ku ew ji 30 Çileyê û vir ve ye agahî ji Aktaş û birîndarên din nagirin û wiha got: "Hevalê me dema nûçe dişopand hat bombebarankirin û neçar ma xwe spart jêrzemînê. Bi dehan roj in dewlet nahêle ku ambulans biçe û nexweşan bigire. Li ser rewşa hevalê me û birîndarên din fikarên me zêdetir dibin."

Bûlût diyar kir ku eger tiştek bi hevalê wan hatibe, berpirsyarê wê Serokkomar Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ne.