Elmanya, Awûstûrya û Fransa ji bo Cizîrê li kolanan e

Protestoyên li hemberî qetlîama AKP’ê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê didomin. Li Awûstûrya û Elmanya, Kurd û dostên wan bi dirûşmeya “Terorîst Tirkiye” daketin kolanan.

Protestoyên li hemberî qetlîama AKP’ê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê didomin. Li Awûstûrya û Elmanya, Kurd û dostên wan bi dirûşmeya “Terorîst Tirkiye” daketin kolanan. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin, banga, “bêdengbûyin hevparî ye” li raya giştî hat kirin.

INNSBRUCK

Kurdan li bajarê Innsbruckê dewleta Tirk protesto kirin, berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.

Kurdên li bajarê Innsbruck ê Awûstûryayê qetlîamên li Bakurê Kurdistanê, ango dewleta Tirk protesto kirin. Kurdên ku Haûpbahnof dagir kirin, li vir di serî de Cizîrê qetlîamên dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “terorîst Tirkiye” hatin berzkirin.

Dema çalakiya ku berxwedanên xwerêveberiyê dihat silavkirin, kesê bi navê Înan Petek ji bo demkurtî hat binçavkirin û serbest hat berdan.

DUSSELDORF

Kurdên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi dirûşmeya, “Qatil Erdogan” ve li pêşiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn. Di çalakiya ku qetlîama li Cizîrê hat protestokirin de dirûşmeya “tolhildan” hat berzkirin.

Çalakî bi banga tevlîbûna ji bo çalakiya saet 17.00’an li gara trenê bi dawî bû.

DIDF, MLKP, KA, Însiyatîfa Gel a Kurecîk j piştgirî dan çalakiyê.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Kurd li pêşiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn, qetlîama Cizîrê protesto kirin. Di çalakiya ku dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Duh Hîtler Îro Erdogan”, “Bihar Tê Gerîla Lê Bidê” hatin berzkirin de li ser navê Komîteya Amedekar daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “ji vê saetê û şûn de bêdengbûna li hember qetlîaman hevparî ye” , banga têkîliyên xwe yên dewleta Tirk di ber çavan re derbas bike li dewleta Elman hat kirin.

Girse piştî çalakiyê bi awayekî girseyî meşiya Navenda Civaka Kurd a Hannoverê.

SAARBRUCKEN

Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî êvar li qadê derbas kirin. Kurdan li hember qetlîama Cizîrê ya AKP’ê pêk aniye, saet 01.00’an gara trenê dagir kirin, heta saet 05.00’an çalakiya xwe domandin.

Kurdistanî danê nîvro jî li ber Eûropa Galerî kom bûn, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girseyê bêdengiya raya giştî ya Ewropa protesto kir, da xuyakirin ku wê her tim di nav çalakiyan de bin.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux ê Fransa jî protestokirina dewleta Tirk didome. Piştî qetlîama li Cizîrê, ji danê sibehê ve Kurdistanî li balafirgeh, li ber Sefaretxaneya Tirk û walîtiyê çalakiyan dike. Çalakvanên qetlîama Cizîrê lenet kirin, berxwedana xwerêveberiyan silav kirin.

...