Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojava dewam dikin
Ji 24'ê Cotmeha 2015'an û vir ve artêşa Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike.
Ji 24'ê Cotmeha 2015'an û vir ve artêşa Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên di 24'ê Cotmeha 2015'an de li hemberî çeperên li ser xeta sînorê Kobanê da destpêkirin, dewam dikin.
Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Roja 7'ê Sibatê saet di 22:00 de artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî bajarokê Girê Spî û rojavayê bajarok kiriye. Van êrîşên artêşa Tirk heta derengiya şevê dewam kirine."
YPG'ê diyar kir, roja 7'ê Sibatê saet di 11:30 de, çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî gundê Kadriye yê li başûrrojhilatê bendava Tişrîn a li Kobanê bikin û ev agahî da: "Komek ji 10 çeteya bi 2 baskên cuda hewl da xwe berde nava gund. Li ser destwerdana hêzên me, koma çete neçar ma ji herêmê bireve."