Dixwazin qetlîama li Cizîrê veşêrin
Hêzên dewleta Tirk ên ku bi êrîşa li hember du avahiyên cuda yên birîndar lê bûn qetlîam pêkanîn, xebatên ji bo veşartin û reşkirinê didomînin.
Hêzên dewleta Tirk ên ku bi êrîşa li hember du avahiyên cuda yên birîndar lê bûn qetlîam pêkanîn, xebatên ji bo veşartin û reşkirinê didomînin.
Hêzên dewleta Tirk ên ku bi êrîşa li hember du avahiyên cuda yên birîndar lê bûn qetlîam pêkanîn, li navçeyê xebatên reşkirinê dane destpêkirin. Têkildarî qetlîaman hê ti daxuyanî nehatiye dayîn, nûçeyên çapemenî û medyaya Tirk dest bi xebatên veşartina qetlîaman dikin. Derketina xebatkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî hat qedexekirin, personelên girêdayî ambûlansa Şaredariya Cizîrê jî yên ku çûn cenazeyan bigirin, telefonên wan hat desteserkirin.
Hat diyarkirin ku nayê zanîn ka kengî qetlîam pêk hatiye, gelek cenaze rakirinê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat ragihadin ji ber sedema dorpêçê rê nayê dayîn ku xebatkarên tenduristiyê bikevin navçeyê û hêzên dewleta Tirk û medyaya wê hewl didin ku qetlîamê veşêrin. Li gorî agahiyên me ji herêmê girtin, cih bi cih dengê teqînan ji taxê tê, hat xuyakirin ku hêzên dewletê ketober li derdorê gule direşînin û hewl didin ku rengê şer heye bidin û dixwazin qetlîaman veşêrin.