Qetlîama Cizîrê li Nisêbînê hat protestokirin
Li navçeya Nisêbînê bi hezaran kesî komkujiya li Cizîrê pêk hatî bi meşek girseyî şermezar kir. Gel di meşê de bi dirûşman hêrsa xwe ya li hemberî komkujiyê anî ziman û lanetê li êrîşên dewletê anî.
Li navçeya Nisêbînê bi hezaran kesî komkujiya li Cizîrê pêk hatî bi meşek girseyî şermezar kir. Gel di meşê de bi dirûşman hêrsa xwe ya li hemberî komkujiyê anî ziman û lanetê li êrîşên dewletê anî.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê û pêkhateyên KJA’yê, gel ji bo şermezarkirina komkujiya Cizîrê, li Qada Newrozê ya li Taxa Devrîmê li hev kom bûn. Bi hezaran kes li gel parlementerên HDP’ê Tuba Hezer, Alî Atalan, Bedran Ozturk, hevşaredarê Nisêbînê, nûnerên saziyên civakî, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, meşvanên Botanê dest bi meşê kir. Bi hezaran kes li Kolana Midyadê di ser Kolana Lozanê re heta ber Navenda Çanda Mitanî meşiya.
KOMKUJÎ HATE NALETKIRIN
Di meşê de gel bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana Cizîrê”, “Ey şehit xwîna we li erdê namîne”, “Dewleta kujer wê hesabê bide” û “Kurdîstan wê bibe gora faşîstan” berz kir. Di dema meşê de li kolanan esnafan jî derabeyên dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Welatiyan li derabeyên dikanan dan û bi avêtina sloganan hêrsa xwe ya li hember komkujiyê anî ziman. Di meşê de bênavber li dijî AKP’ê û Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan jî gel hêrsa xwe bilind kir.
POLÎSAN ÊRÎŞÎ ÇALAKIYA CIWANAN KIR
Di vê navberê de li ser rêya Îpekê komek ciwan xwest ku çalakî li dar bixe û tevlî meşê bibe, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş bir ser çalakiyê. Her wiha di dema meşê de maşîneyên polîsan ên zirxî ku li rêya meşê bûn ji ber hêrsa gel neçar man ku paş de biçin.
‘DEWLETÊ BI ZANEBÛN HEVALÊN ME QETIL KIR’
Piştî meş li ber Navenda Mîtanî bi dawî bû, li ser navê girseyê Parlementer Tuba Hezer axivî û diyar kir ku ji bo ew birîndar û cenazeyên li Cizîrê xwedî derbikevin bi rojane li ser rêyan e û li berxwe didin û got ku dewlet bi zanebûn nehiştiye ew biçin Cizîrê. Hezer destnîşan kir ku dewlet bi zanebûn bi dehan welatî qetil kiriye û got ku ew ê li têkoşîna û berxwedana gelê Cizîrê û hevalên xwe derbikevin. Hezer di dawiya axaftina xwe de banga yekîtî û bilindkirina berxwedanê li gel kir û sersaxî ji malbat û gel re xwest.