Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, AKP'ê li Cizîrê bi qasî 50 birîndar û mirovên li wan dinêrîn qetil kiriye.
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Ji ber ku bi ti awayî ji birîndaran agahî nayê stendin, xuya ye leşker û polîs ketine hundirê malên birîndar lê ne, êrîşî van malan kirine û hemû sivîlên birîndar tevî mirovên li wan dinêrîn qetil kirine. Ajans û televîzyonên fermî yên dewletê, weke nûçeya lezgîn ragihand ku 60 mirov hatine qetilkirin; lê belê piştre ji bo pêşî li nerazîbûna gelê Kurd bigire, ev nûçe bi fermana hikûmetê vekişandin. Li hemberî vê komkujiyê, divê gelê me li her derê rabe ser piyan û hesab ji hikûmeta AKP'ê bipirse. Roj roja rabûna ser piyan, bicihanîna berpirsyariyên me yên li pêşberî şehîdan e. Eger gelê me li dijî komkujiya li Cizîrê ranebe ser piyan û nerazîbûna xwe nîşan nede, AKP wê komkujiyên nû bike. Ji ber ku AKP niha amadekariyan dike, ji bo komkujiyên nû pêk bîne."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Girîng e gelê Kurd û hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin, li gorî wê rabin ser piyan û nîşan bidin ku ew ê nehêlin hikûmeta AKP'ê komkujiyên nû bike. Di serî de Amed, Wan û Êlih, divê hemû bajar û navçeyên Kurdistanê, her wiha metropolên Tirkiyeyê derhal veguherîn qada serhildan û berxwedanê."