Li Qilabanê di teqîna li wesayîtekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di wesayîteke sê kes tê de bû û ji gundê Mergeh ê Qilabanê diçû navenda navçeyê de, çend deqe piştî bi rê ketinê, di nava gund de teqînekê rû da. 2 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan, 1 jî bi giranî birîndar bû.

Wesayîta ji Megehê diçû navenda navçeya Qilabanê, ku tê de Ahmet Ertaş, Diyar Oslû û Abdulkerîm Oslû hebûn, çend deqe piştî bi rê ketinê, di nava gund de teqiya.

Sedema teqînê nehat hînbûn. Di encama teqînê de personelê Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê Diyar Oslû û karmendê Midûriyeta Tapû Kadastro Ahmet Ertaş jiyana xwe ji dest dan. Personelê nexweşxaneyê Abdulkerîm Oslû jî bi giranî birîndar bû.

Cenazeyên 2 kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê. Oslû yê bi giranî birîndar bû jî, bi helîkopterê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin.