Polîs li Geverê kolanan gulebaran dike

Li Geverê piştî polîsekî tîmên taybet di êrîşa YPS'ê ya çekdarî de hat kuştin, hêzên dewletê Gever dorpêç kir û ketober nava kolanan gulebaran kir.

Li Geverê piştî polîsekî tîmên taybet di êrîşa YPS'ê ya çekdarî de hat kuştin, hêzên dewletê Gever dorpêç kir û ketober nava kolanan gulebaran kir.

 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî polîsekî tîmên taybet di çalakiya çekdarî ya YPS'ê de hat kuştin, polîsan kolanên navendê dorpêç kir û ketober gule kir. Polîsan bi wesayîtên zirxî Duriyana Girtîgehê ya Berê, Kolana Hunerê û Qada Azadiyê dorpêç kirin. Wesayîtên zirxî piştre ketober kolan û kuçe gulebaran kirin. Polîsan li navçeyê teror meşand. Ji ber êrîşên polîsan welatiyan kolan vala kirin. Nehat zanîn ku birîndar hene an na.