Însiyatîfa Gel al Botanê da xuyakirin, ku têkoşîna azadiyê di pêvajoyeke gelekî krîtîk re derbas dibe û got, "Berxwedana destanî û dîrokî ya gelê me gihaştiye asteke girîng. Hin serdem di têkoşîna me ya demdirêj de çarenûs diyar kirine. Berxwedana lehengî ya gelê me, ev pêvajo bi destketiyên nû re tacîdar kiriye. Pêvajoya niha jî bi vî rengî ye."
Daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Botanê bi vî rengî dewam kir:
"AKP'ê û gladyoya Qesrê, li dijî gelê me biryara komkujî û şerekî namerdî daye. Bi komkujiya dawî ya li Cizîrê re ev yek şênber bûye. Ji ber van polîtîkayên komkujî û qirkirinê, eşkere ye gelê me nikare bi mekanîzma û sîstema heyî re bijî. Girîng e her mirovekî Kurd bi vê hişmendiyê tevbigere û li cihê lê ye tevlî serhildanê bibe.
Li dijî faşîzma TC divê li dora Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û cihên din ên xwerêveberiyê li hev bicivin. Hesabê komkujiya li Cizîrê wê ji sedî sed ji faşîzma TC were pirsîn. Li pêşberî dildariya azadiyê ya gelê me, faşîzma TC mehkûm e têkçûneke dîrokî bijî. Em bang li gelê xwe dikin, ji bo Cizîr û Silopiyayê rabe ser piyan."