Ciwanên Rihayî komkujî protesto kirin
Li navçeya Riha Eyyûbiye, bi dehan ciwanan terora AKP'ê ya li bajarê Kurdan protesto kirin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî ciwanan kirin.
Li navçeya Riha Eyyûbiye, bi dehan ciwanan terora AKP'ê ya li bajarê Kurdan protesto kirin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî ciwanan kirin.
Li navçeya Riha Eyyûbiye, bi dehan ciwan duh êvarê li hev civiyan û komkujiyên dewleta Tirk li bajarên Kurdan dike, şermezar kirin.
Di çalakiya ku bi qasî sed ciwan lê amade bûn de dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Polîsên Tirk bi maşînên zirxî yên bi tîpa akrep û TOMA, tevî bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin.
Ciwanan jî bi molotof kokteyl û keviran bersiv dan êrîşa ciwanan. Şerê li vir derket li nava kolanan belav bû. Piştî ku polîsên Tirk xwe ji herêmê vekişandin, rewşa aloz bi dawî bû.