Li Sûrê anonsên 'em ê ji hewayê ve bombe bikin' tê kirin

Li Sûrê, hêzên dewleta Tirk anonsên 'Teslîm bibin, naxwe em ê ji hewayê ve bomberdûmanê bikin' dikin. Hat ragihandin, di şerê dawî yê navbera YPS û hêzên dewleta Tirk de gelek leşker hatin kuştin."

Li navçeya Amed Sûrê, ku berxwedana li dijî qirkirin û wehşetê dewam dike, hêzên dewleta Tirk ji sibehê ve topan li taxên Cemal Yilmaz û Hasirli dibarînin. Hat ragihandin, ku yek ji van topan li malekê ketiye û di encamê de ji heman malbatê 4 kes birîndar bûne.

Hêzên dewleta Tirk, tevî van êrîşên xwe yên bi tank, top û çekên giran nikare berxwedana gel bişikîne, ji duh û vir ve ji maşînên zirxî anonsên 'Teslîm bibin, naxwe em ê ji hewayê ve bomberdûmanê bikin' dikin.

Piştî ku hêzên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Sûr bersiv da êrîşan, li derdora Yogûrt Pazar, şer derket. Hat ragihandin ku di şerê li vir de gelek leşker hatine kuştin.

Li aliyê din, cenazeyên Cîhat Morgul, Welat Bîlen û Mahmût Orûç ên çend roj berê jiyana xwe ji dest dan, hînê li naverastê ne û hêzên dewletê nahêlin cenaze bên rakirin.