Hate îdîakirin ku Hevserokê Meclîsa Gel Tûnç jî hatiye qetil kirin

Hate îdîakirin ku Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ku komkujiya ku li ber çavê hemû cîhanê qewimî kêlî bi kêlî ji raya giştî re ragihandibû, di komkujiya Cizîrê de hatiye qetilkirin.

Hate îdîakirin ku Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ku komkujiya ku li ber çavê hemû cîhanê qewimî kêlî bi kêlî ji raya giştî re ragihandibû, di komkujiya Cizîrê de hatiye qetilkirin. Tûnç di axaftinên xwe yên dawî de gotibû "Çawa ku me soz daye Xeyrî, Kemal û Mazluman, çawa ku wan li ber Esat Oktay çok neşikand, em ê jî li hemberî faşîzma AKP'ê çok neşkînin. Rast e, em birçî ne, bêav in, bê derman in, me bi kefiyan birînan pêçaye. Lê ev nayê wateya ku em ê teslîm bibin."

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ber çavê hemû cîhanê hêzên rejîma AKP'ê bi ser avahiyên ku bi dehan birîndar tê de bûn girt û komkujiyek nû li dîroka Tirkiyeyê zêde kir. Tevî ku şeva ewil kanala dewletê TRT ragihand ku 60 kes hatine qetilkirin, piştre ev hejmar ji aliyê rayedarên dewletê û hikumeta AKP'ê ve hate kêm kirin. Ji ber qedexe, dorpêç û hewldanên tarîkirina komkujiyê hê jî ne zelal e ku çend kes hatine înfaz kirin. 

Hate îdîakirin ku di nav kesên hatî qetilkirin de Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç jî heye ku bi rojan ji avahiyên ku birîndar tê de bûn, rewşa birîndaran ragihand hemû cîhanê û banga bihistyariyê li raya giştî kir. Tûnç, li hemberî êrîşên hêzên dewletê gotibû "Em ê teslîm nebin. Bila herkes bizanibe. Em ê bi alên spî re dernekevin derve." 

'DIBE KU HÊDÎ HÊDÎ ÎNFAZ BIKIN'

Tûnç demek berê tevlî bernameya televîzyonê bibû û wiha axivîbû: "Gelê Cizîrê 60 roj in li hemberî sermayê, birçîbûnê, bêaviyê li ber xwe da û çok daneynî erdê. Ji ber vê yekê yên li pey me man bila bi me serbilind bin. Ez dizanim dibe nêzî me dibin. Dibe ku hêdî hêdî înfaz jî bikin. Ji ber ku zilam duh jî hatin û gotin 'Teslîm bibin an na em ê we hemûyan bişewitînin. Em ê we hemûyan di hundir de bifetisînin.' Ez niyeta hikûmeta AKP'ê, niyeta walî, niyeta Wezîrê Karên Hundir nizanim. Lê li Cizîrê wehşetek, komkujiyek pêk tê."

'BERXWEDANA ME MIL BI MIL DIDOME'

Tûnç di axaftina xwe de gelek caran balê kişandibû ser xeta berxwedanê û wiha gotibû: "Em çok danaynin. Çawa ku me soz daye Xeyrî, Kemal û Mazluman, çawa ku wan li ber Esat Oktay serî netewand, em ê jî li hemberî faşîzma AKP'ê çok neşkînin. Rast e, em birçî ne, bêav in, bê derman in, me bi kefiyan birînan pêçaye. Lê ev nayê wateya ku em teslîm dibin, emê teslîm nebin. Em wekî roja ewil mil bi mil in, berxwedana me didome."