BI DÎMEN

'Berxwedana Bakur, serhildana Kurdên azadîxwaz in'

Gerîlayên HPG û YJA Starê dan xuyakirin, ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê di asta dîrokî de girîng e, çarenûsê diyar dike û bang li her kesî krin, ku destekê bidin YPS û YPS Jin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê dan xuyakirin, ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê di asta dîrokî de girîng e, çarenûsê diyar dike û bang li her kesî krin, ku destekê bidin YPS û YPS Jin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê ne diyar kirin, berxwedana li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya YPS'ê tê meşandin ji serhildanên gel ên berxweiya xwe cuda ne û gotin, "Ev berxwedan serhildana Kurdê nû ye."

ALÎŞER QÛBÎN: EV BERXWEDAN BERXWEDANA DIYARKIRINA ÇARENÛSÊ YE

Gerîlayê HPG'ê Alîşer Qûbîn got, "Berxwedana li Bakurê Kurdistanê dîrokî û pîroz e. Ev berxwedana diyarkirina çarenûsê ye. Divê ciwanên Kurd bi temamî tevlî berxwedanê bibin. Bi pêşengiya PKK'ê bi rêbertiya Rêber Apo re Kurd dîrokê dinivîsînin. Lewma divê gelê Kurd bi taybetî ciwanên Kurd xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ev şer şerê rûmetê, hebûn û diyarkirina çarenûsê ye.

Dewleta Tirk, mîna demên bihurî dixwaze Kurdan koçber bike. Li pey qirkirin û asîmîlasyonê ye. Lewma divê ti kes cih û warên xwe, navçe, gund û taxa xwe neterikîne.

Rêber Apo di sala 2014'an de got, 'em ê ne weke berê bijîn, ne jî weke berê şer bikin'. Ev mesaj gelekî zelal e. Çawa ku li Kobanê têkoşîn hat meşandin û hemû çete ji cehenemê re hatin şandin, li Bakur jî em ê heman tiştî bikin. Em ê çeteyekî bi tenê yê dewleta Tirk û AKP'ê li Kurdistanê nehêlin. "

GERÎLAYA YJA STARÊ BERFÎN BOTAN: BÊDENGIYA LI PÊŞBERÎ KOMKUJIYÊ, XIYANET E

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Botan destnîşan kir, ku berxwedana li Bakur wê heta serketinê bidome û ev nirxandin kir: "Dewlet bi tank, top û balafiran jî êrîş bike, yê bi ser bikeve wê gelê Kurd be. Têkoşîna me heta azadiya Rêbertî wê bidome.

Ev berxwedan wê êrîşên çeteyên Erdogan bişikîne. Em ê bi berxwedana gelê xwe re vê pêk bînin. YPS û YPS Jin ji vî alî ve asteke dîrokî ye. DAIŞ û çeteyên Qesrê bi hev re êrîşî Kurdan dikin. Bêdengiya li pêşberî van êrîşan, xiyanet e. Her kesên bi rûmet divê dengê xwe bilind bikin û tevlî têkoşînê bibin."

GERÎLAYA YJA STARÊ ZÎLAN CESÛR: DI NAVBERA DAIŞ Û ERDOGAN DE CUDAHÎ NÎNE

Gerîlayeke din a YJA Starê Zîlan Cesûr jî anî ziman ku berxwedana li Sûr û Cizîrê wê serketinên mezin bi xwe re bîne û got, "Tevî ku zarok, jin, extiyar tên qetilkirin jî têkoşîna vî gelî didome. Ya ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê kir û xwest bike, niha Erdogan û çeteyên wî li Cizîr û Sûrê dikin. Di navbera Erdogan û DAIŞ'ê de ti cudahî nîne. Pêwîste berxwedan bêhtir bê xurtkirin. 

GERÎLAYÊ HPG'Ê FERHAT KÛRTAY: EV BERXWEDAN BERXWEDANA KURDÊ XWE NAS DIKE YE

Gerîlayê HPG'ê Ferhat Kûrtay da zanîn, berxwedana li Bakurê Kurdistanê tê meşandin berxwedaneke dîrokî ya li dijî mêtîngeriyê ye û ev nirxandin kir: "Gelê Kurd cara yekê ye di vê astê de li ber xwe dide, radibe ser piyan. Kurd ne tenê li hemberî dijminê derve, li dijî xeta xiyanetê ya navxweyî jî şer dikin. Dijmin nas dike û bi vê zanebûn û naskirinê li ber xwe dide. Gelê Kurd bi vê berxwedanê re nîşan daye ku nema dixwaze di bin serwerdiya dewleteke mêtînger de bijî. Ev têgihiştina di nava gelê Kurd de derket holê, êdî rewşeke rêxistinbûyî afirandiye. 

Berxwedan bi pêşengiya PKK û Rêber Apo tê meşandin. Sekneke gel derketiye holê ku dijmin analîz dike, bi êrîşan dihese û bersivê dide êrîşan. Ev berxwedan berxwedana Kurdê xwe nas dike ye. Berxwedana Kurdê nû ye. Lewma divê gelê Kurd bi taybetî ciwanên Kurd destekê bidin vê berxwedanê û bêhtir bi çalak tevbigerin. Eger ciwanên Kurd dixwazin pêşeroja xwe li ser vê cewherê ava bike, divê pêşengiyê ji berxwedanê re bike."

GERÎLAYA YJA STARÊ DÎREN BAGOK: YPS Û YPS JIN LI DIJÎ DAIŞ A AKP'Ê ŞER DIKIN

Ji gerîlayên YJA Starê yên Kerkûkê diparêzin Dîren Bagok jî got, "Çawa ku em li hemberî DAIŞ'ê şer dikin, YPS û YPS Jin jî li hemberî DAIŞ a AKP'ê şer dike."

Bagok ragihand armanca wan a bingehîn a sala 2016'an azadkirina Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve ye û bang li gelê Kurd kir ku li ser vê bingehî tevlî nava refên têkoşînê bibe. Bagok her wiha ji ciwanên Kurd jî xwest, ji bo hesabê komkujiyan bipirsin tevlî nava refên YPS û YPS Jin bibin.