TEV-DEM: Kurd hemû divê li dijî dewleta Tirk li ber xwe bidin
Ji TEV-DEM'ê Abduselam Ehmed li dijî komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, bang li hemû Kurdan kir ku li ber xwe bidin.

Nerazîbûnên li hemberî komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, ku bi dehan birîndar li jêrzemîna avahiyekê qetil kir, dewam dikin.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hevserok Abduselam Ehmed, komkujiya AKP'ê li Cizîrê kiriye, şermezar kir.
Ehmed anî ziman, dewleta Tirk ji berê ve êrîşên xwe yên ji bo qirkirina gelê Kurd didomîne û ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî xwest, ku li hemberî komkujiyên AKP'ê derkevin û dest lê werdin. Ehmed got, "Navçeyek bi tankan hatiye dorpêçkirin û top û gule li gelê lê ye dibarin. Yên ku divê herî zêde li dijî vê derkevin, hêzên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Divê derhal bi berpirsyariyên xwe rabin."
'HER KURD DIVÊ LI HER CIHÊ LÊ YE DAKEVE QADAN'
Ehmed dest nîşan kir, ku divê çar parçeyên Kurdistanê li hemberî van êrîşên qirkirinê li ber xwe bidin û got, "Her Kurd li cihê lê ye divê dakeve qadan, li dijî komkujiyan derkeve û ji bo rakirina vê dorpêçiyê li ber xwe bide."
Hevserokê TEV-DEM'ê Abduselam Ehmed da xuyakirin, ku ew berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd silav dikin.