BI DÎMEN

Li Kerkûkê di meha Çileyê de 59 kes hatin girtin

Li Kerkûkê di nava meha Çileyê de 47 jê endamên DAIŞ'ê bi giştî 59 kes hatin girtin.

Asayîşa Kerkûkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê re ragihand, ku di nava meha Çileyê de 47 jê endamên DAIŞ'ê bi giştî 59 kes hatine girtin.

Berdevkê Asayîşa Kerkûkê Amîd Simko daxuyanî da û anî ziman, ku di çarçoveya xala 4. a Destûra Bingehîn a Iraqê de li bajarê Kerkûkê li hemberî sûcdarên terorê operasyon hatine kirin û di encama van operasyonan de 47 sûcdarên terorê bi giştî 59 kes hatine girtin.

Simko got, "Çeteyên DAIŞ'ê ji bo li Kerkûkê çalakiyan bikin, dikevin nava gelê sivîl ê ji herêma şer direvin û bi vî rengî hewl didin xwe berdin nava bajêr. Lê belê di encama karekî hesas ê tîmên antî terorê de, ev endamên çete hatin keşifkirin û li hemberî nuqteyên lê ne operasyon hatin kirin."

Simko da zanîn, ku di nava meha Çileyê de 59 kes hatine girtin û ev agahî da:

"47 jê bersûcên terorê, 5 bazirganê narkotîkê, 1 qaçaxçî, 2 kesên ji girtîgehê reviyan, 1 diz, 2 kesên fitne û fesadî dixist nava civakê, 1 bersûcê cînayetê bi giştî 59 kes di çarçoveya qanûnan de hatin girtin û radestî dadgeriyê hatin kirin."