Ji rêveberên MLKP Rojava Serhat got, "Divê gelê Tirk bi daketina kolanan re nîşanî Erdogan û AKP'ê bide ku ew ne hevparê vê komkujiyê ye." Serkat diyar kir, berxwedana li Bakurê Kurdistanê wê ji sedî sed bi ser bikeve.
Ji rêveberên MLKP Rojava Baran Serhat, komkujiya li Cizîrê ya bi fermana AKP û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hat kirin, ji ANF'ê re nrixand.
Serhat da xuyakirin, ku dewleta Tirk li Cizîrê komkujiyek aniye serê sivîlan û got, "Dewleta Tirk a faşîst careke din hewl dide bi komkujiyê re gelê Kurd terbiye bike û pêşî li hêzên azadiyê bigire. Ev komkujî, komkujiyeke hikûmeta AKP-DAIŞ a faşîst li hemberî gelê me yê Kurd hatiye kirin e. Hesabê vê komkujiyê wê ji sedî sed were pirsîn."
Serhat got, "Yên ev komkujî kirin, mîna Geliyê Zîlan, mîna Dêrsim û Agirî wê negihêjin armanca xwe" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku gelê Kurd êdî bêrêxistinî, bê Rêbr, mîna berê bê amadekarî nîne. Rast e li holê komkujiyeke cidî yehe. Ev komkujî êrîşeke namerdî ya li hemberî sivîlan û birîndaran e. Her çend saziyên sivîl ji raya giştî re gelek caran ragihandin ku li wê derê sivîl û birîndar hene jî, hay ji dewleta AKP'ê heye ku bi defnkirin û şewitandina bi zindî re dikare hewl bide xeyala azadiyê ya Kurdan û daxawza xwerêvebirinê, asteng bike."
'ERDOGAN WÊ MÎNA MÎLOSEVÎÇAN LI DADGEHAN WERE DARIZANDIN'
Serhat anî ziman ku asta komkujiyê çi dibe bila bibe, êş çiqasî giran be bila be, dewlet wê ti carî bi ser nekeve û got, "Komkujiyên li Cizîr û cihên din, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Erdogan û hikûmeta AKP'ê û hemû hêzên hevkarî ji vê re kirine, wê di wijdanê mirovahiyê de werin darizandin. Dİ heman demê de li dadgehên sûcê şer ê di demên pêş de bikeve rojevê, mîna Mîlosevîçan, mîna kujerên Senegalî, mîna rêveberên dewletên qetlîamker wê werin darinzanidn. Lewma, di serî de gelê me yê KUrd, wê gelên Tirkiyeyê nebin hevparê van komkujiyên wehşî yên dewleta qetlîamker.
Gelê Kurd daxwazeke rewa daxwaza xwerêveberiyê bilêv kir. Lewma rastî vê komkujiyê hat. Ev yek pêkanîneke ku mêtîngeriya Tirk ji berê ve ji gelê Kurd re rewa dibîne ye. Lê em ji vê bawer dikin; Çawa ku li Geliyê Zîlan, Agirî û Dêrsimê encam ngirtin, ji komkujiya li Cizîrê jî wê encamê negirin. Dewleta Tirk a faşîst li Cizîrê bi dehan birîndarên me qetil kir. Êşa me mezin e û nayê vegotin. Tevî vê yekê jî em dikarinv ê bêjin; li her cihê şehîd lê ketine hembêza axê, li her cihê xwîna wan lê niqutiye, wê şitlên azadiyê şîn bibin."
'TIRKIYE WÊ HESABÊ WÊ BIDE'
Serhat da zanîn, dewleta Tirk hemû peymanên navneteweyî yên ku mora xwe daniye binî binpê kiriye û sûcê şer dike. Serhat got, "Hesabê vî gunehê şer, wê ji sedî sed bide. Me berê jî gotibûn; ev xendek wê bibin cihê şînbûna şitlên azadiyê. Li Cizîr, Sûr û cihên din, xwîna bi dehan şitlên me niqutiye nava xendekan. Lê ev rastiyek e; Şitlên azadiyê wê ji Cizîrê destpêb ikin, li Silopiya, Nisêbîn, Hezex, Sûr û tevahiya erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê zêde bibin. Ev komkujî wê ti carî nikaribe vîn, hesret, xeyn û xeyalên gelê Kurd bişikîne."
'PÊWÎSTE GELÊ TIRKIYEYÊ VÊ ŞERMÊ HÊJAYÎ XWE NEBÎNE'
Serhat da xuyakirin, ku civaka Tirkyeyê divê bi têrkerî bersivê bide daxwaza azadiyê, bersivê bide dengê ji Cizîrê tê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Her xebatek, her gavek di vî warî de tê avêtin, hêja ye, lê kêm e. Em di wê baweriyê de ne, ku ji bo ev gav bêhtir mezin bibin, komkujî û êrîşên nû rû nedin, qirkirinên civakî yên nû dernekevin holê, divê gelên Tirkiyeyê mîna li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Hezex û Silopiyayê, dakeve kolanan û bi çalakiyan re hebûna xwe nîşan bide. Eger ev neyê kirin, têkiliya navbera gelên Kurd û Tirk, hemû girêdana bi gotina 'têkiliya biratiyê' tê pênasekirin, wê qut bibin.
Ev komkujiyên li ser navê dewleta Tirk tên kirin, bi ti awayî civak, kedkar û bindestên Tirkiyeyê temsîl nakin. Lewma divê gelê Tirk, bindest û karker bi daketina kolanan re nîşanî dîktatoriya Erdogan û faşîzma AKP'ê bidin, ku ne hevparê vê komkujiyê ne. Di rewşeke berevajî de wê bibe hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Divê gelê Tirkiyeyê bi ti awayî vê şermê hêjayî xwe û nifşên piştî xwe nebîne."
'SERKETIN MISOGER E'
Ji rêveberên MLKP Rojava Baran Serhat di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Bendên li Cizîr, Sûr û qadên din ên berxwedanê, bendên rûmet û azadiyê ne. Çawa ku ev bendên azadî û rûmetê li Rojava li dijî faşîzm û paşverûtiya DAIŞ'ê bi ser ketin, bila gelê me vê baş zanibe; tevî hemû berdêlan wê li Bakurê Kurdistanê jî ev bendên azadî û rûmetê ji sedî sed bi ser kevin. Ev serketin wê ya gelê me yê Kurd û gelên din ên pê re têkoşîneke hevpar dimeşînin be. Yên li Cizîrê hatin qetilkirin, şehîdên vê serketinê ne. Ew stêrkên rê nîşanî doza me didin e. Em li pêşberî hemûyan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û bang li civak, ciwan û kedkarên Tirkiyeyê dikin, ji bo li cem vê têkoşîna bi rûmet cih bigirin."