Ambûlansên şandin Taxa Cûdiyê ji aliyê leşkerên Tirk paş de hatin vegerandin

Ambulansên Şaredariya Cizîrê yên ku di saetên sibehê de hêzên dewletê bi hinceta ku wê cenazeyan wergirin birin Taxa Cûdiyê, piştî ku bi saetan hate rawestandin paş de hate vegerandin.

Ambulansên Şaredariya Cizîrê yên ku di saetên sibehê de hêzên dewletê bi hinceta ku wê  cenazeyan wergirin birin Taxa Cûdiyê, piştî ku bi saetan hate rawestandin paş de hate vegerandin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê derbarê komkujiya hêzên dewletê de ji ber qedexe, dorpêç û hewldanên manîpulatîf, agahiyên komkujiyê nayê zelalkirin. Di saetên sibehê de leşker û tîmên taybet bi hinceta ku wê  cenazeyan wergirin, 2 ambulansên Şarediraya Cizîrê girtin û birin Taxa Cûdiyê ku operasyonên înfazê hate kirin. Ambulansên ku bi saetan li taxê hate rawestandin, paş de hate vegerandin.

PARÇEYEKÎ LÎSTIKÊ YE?

Duh di saetên şevê de kanala dewletê a fermî ragihandibû ku 60 kes di operasyona înfazê de hatine qetilkirin, lê piştre çavkaniyên cûda vê hejmarê daxistin. Her wiha Ajansa Anadoluyê di saetên êvarê de nûçeyek serwîs kir ku li taxê pevçûn didome. Ev rewş dibe sedema fikaran ku hêzên dewletê bi dehan kesên ku înfaz kirine ji ber bertekan wê  bi yek carî eşkere neke, parçe parçe wekî ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabe pêşkeşî raya giştî bike.