Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em hemû kolanan veguherînin qada berxwedanê

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, ji bo têkbirina çeteyên Erdogan û bilindkirina asta serhildanê bang li gel kir, ku bi dirûşma "Ez ê li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe bidim û ji sedî sed bi ser bikevin" hemû qadan veguherîne qadên berxwedanê.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bibîr xist, ku berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî zêdeyî 6 meh in li Kurdistanê bênavber dewam dike û got, "Erdogan ê kujer û hikûmeta AKP'ê ya faşîst, bi rêbazên şerê taybet ê kirêt êrîşî berxwedana xwerêveberiyê dikin. Li Silopiya, Cizîr, Sûr û gelek navendên din ên berxwedanê, gelê me bi berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî re, ku bi dayîna berdêlên mezin dimeşîne, maskeya li ser rûyê AKP a faşîst e, roj bi roj dixîne xwarê. Li Cizîrê, ewladên ehrî hêja yên gelê me yê welatparêz, tevî ku birîndar jî bûn di nava şert û mercên herî zehmet de gavekê jî bi paş de neavêtin û wehşeta dewletê ji raya giştî ya cîhanê re ragihandin. Ev ewladên herî hêja yên Kurdistanê, bi sekna serbilindî û rûmetdarî re kêlî bi kêlî nîşanî her kesî dan ku ew ê ti carî teslîmî AKP'ê nebin û bang li gelê Kurd kirin. Em bang li gelê Kurd ê welatparêz û raya giştî ya demokratîk dikin, ku xwedî li berxwedana van ewladên herî hêja yên gelê me yên li hemberî AKP a faşîst teslîm nebûn û bi berxwedanê re şehîd ketin, derkevin. Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê çalakiyên xwe zêde bike. Em bang li her kesên ji xwe re dibêje, ez mirov im, xwedî wijdan im, xwedî rûmet im dikin, ku serhildanan derxînin asta herî bilind û ji bo têkbirina çeteya Erdogan ê kujer bi dirûşma 'Ez ê faşîzma AKP'ê têk bibim, ji sedî sed bi ser bikevim' hemû kolanan veguherînin qada berxwedanê."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Çeteya Erdogan ê kujer û AKP a faşîst, bi ti awayî mûxatabê gelê me nînin" û wiha dewam kir:

"Mûxatabê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk ên li ber xwe didin û xwedî li rûmeta xwe derdikevin e. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd mûxatabê bi tenê gel in, bindest in, hêzên demokratîk in. Lewma gotina 'Ez vîna gelê Kurd nas nakim' a AKP a faşîst, qet ne girîng e. Gelê me yê li ber xwe dide wê bi gelên Tirkiyeyî yên berxwedê re azadî û biratiyê bînin vê xakê. Erdogan ê kujer û hikûmeta AKP'e ya faşîst, bi berxwedana bênavber a gelan re wê roj bi roj bêhtir teşhîr û tecrîd bibe û di nava tarîtiya dîrokê de winda bibe. Hikûmeta AKP'ê ya faşîst êdî di nava gelê Kurd de ne rewa ye û wê ji Kurdistanê bê avêtin.

Em careke din bang li gelê Kurdistanê û raya giştî ya demokratîk dikin ku ala zarok, jin, ciwanên welatparêz ên Silopiya, Cizîr û Sûrê şehîd ketin bilind bikin, li her derê rabin ser piyan û bi dirûşma 'Her der Cizîr e, her der berxwedan e' xwedî li mirovahiyê, rûmet û pêşerojê derkevin."