Faysal Sariyildiz rewşa dawî ya li Cizîrê nivîsî: Li vir xwişktî/biratî hat qetilkirin
Qetlîam û wehşeta li Cizîrê bi tfaqa AKP- Daîreya Şerê Taybet pêk hat. Hat xwestin ku bi Cizîrê ve tirsê li tevahî civakê belav bikin.
Qetlîam û wehşeta li Cizîrê bi tfaqa AKP- Daîreya Şerê Taybet pêk hat. Hat xwestin ku bi Cizîrê ve tirsê li tevahî civakê belav bikin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku li Cizîrê ye, têkîldarî daxuyanî û nûçeyên der heqê navçeyê de ji ANF’ê re gotarek wiha nivîsî:
Em bawer nakin ku nûçeya TRT a dibêje, “60 terorîst hat kuştin” ji derveyî agahiya hikûmetê hatibe serwîskirin. Bi awayekî zanebûn bi hejmara 60 ve di gelê Kurd û raya giştî ya hestiyar de rewşa şokê ava kirin. Piştre ev hejmar kişandin 10’an û hewl dan mirinê asayî bikin.
YÊN QETIL KIRINE WÊ PARÇE PARÇE EŞKERE BIKIN
Di destên me de têkîldarî yên jiyana xwe ji dest dane hejmarek zelal tineye. Lê, du rastiyên ku em dizanin hene:
Rastiya ku li Cizîrê ji sedî sed qetlîamek pêk hatiye
Em texmîn dikin ku ji deh kesên ku Walîtiya Şirnexê behsê dike zêdetir mirov hatine qetilkirin.
Li gor min, ên bi rengê pevçûnê qetil kirine wê parçe parçe eşkere bikin. Bi rojan e hem hikûmet hem jî çapemeniya AKP’ê têkîldarî jêrzemîna wehşetê û mala herî dawî şewitandin bi rojan e ji bo karibin qetlîamê rewa bikin her cure nûçeyên derew, ne rast serwîs kirin. Serokwezîr der heqê hejara kesên jiyana xwe ji dest dane dibêje, ‘Bi daxuyaniya Walîtiya Şirnexê bawer bin’. Em ne bi Waliyêyê Şirnexê ne bi nûçeya TRT’ê ne jî bi daxuyaniyên medyaya AKP’ê bawer in. Waliyê Şirnexê û medyaya AKP’ê bi rojan e ji bo qetilkirina heqîqeta Cizîrê serî li her cure hîle û derewan da. Bila serokwezîr ji me re bêje, TRT a ku saziyek gelemperî ye û girêdayî Serokwezîrtiyê ye xwe dispêre kîjan çavkaniyê û nûçeya kuştina 60 kesan serwîs dike?
EV QETLIAM BI TFAQA AKP- DAIREYA ŞERÊ TAYBET PÊK HAT
Piştî nûçeyê ji hesabên nîjadperest û amûrên şer wêne hatin parvekirin, em baş dizanin ev ne tesaduf e. Di tevna civakî de taga ’60 leş’ ket TT yê, ev jî nîşan dide ku bê ka çawa piraniya vê civakî xwedî hîsteriyeke civakî ye. Avakarê vî rûhê nîjadperest û faşîst AKP’e ye. Hûn ê bi vî ruhê çi xwişktî/biratiyê pêk bînin? We li Cizîrê xwişktî/biratî qetil kir? Êdî em şerm dikin ku li rûyê mirovan behsa peyva herî pîroz aştiyê bikin. Cizîrê 56 roj in bû şahidê her cure wehşeta ku li ser navê mirovahî şermê dihêle. Gafletek siyasî ya mezin e ku mirov vê wehşetê wek îcraata hêzên ji kontrolê derketine, yên herêmî bibîne. Qetlîam û wehşeta li Cizîrê bi tfaqa AKP- Daîreya Şerê Taybet pêk hat. Hat xwestin ku bi Cizîrê ve tirsê li tevahî civakê belav bikin. Qetlîama Cizîrê hunera tfaqên kesên ku 1996’an li Basa mirov zindî dişewitandin û yên li Roboskî 34 Kurd bombe kirin e. Divê ev wisa bê zanîn, em baş dizanin ku yên salên 1990’î de li hember gelê Kurd tevahî qetlîamên qirêj pêk anîne şandine Cizîr, Silopiya û Sûrê.
* Faysal Sarıyıldız/Cizîr