Koordînasyona Ciwanên Êzidî li Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a zêdeyî çar meh in li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke mezin li hemberî dewleta Tirk nîşan dide, serî natewîne û got, "Dewleta Tirk di destpêkê de ji bo serhildana gel got, 'Em ê di nava hefteyekê de biqedînin. Lê belê ji ber ku nikarîbû bi berxwedana gel, vê carî serî li rê û rêbazên wehşî da. Li Cizîrê bi gaza kîmyewî birîndarên gelê me qetil kir. Yên sax man jî înfaz kir. 60 welatî li Cizîrê qetil kir."
'YÊN FERMANA ÊZIDIYAN Û FERMANA CIZÎRÊ DAN, HEMAN KES IN'
Di daxuyaniyê de ji malbatên berxwedêrên jiyana xwe ji dest dane û tevahiya gelê Kurd re sersaxî hat xwestin û hat gotin, "Yên fermana Cizîrê dan û fermana Êzidiya dan, heman kes in."
Koordînasyona Ciwanên Êzidî da xuyakirin, ku wê hesabê komkujiyên Şengal û Cizîrê ji çeteyên AKP'ê were pirsîn û got, "Em ê tola jinên Şengalê û ciwanên li Bakurê Kurdistanê hatin qetilkirin, ji dîktator Erdogan bigirin. Erdogan mîna Kaddafî, mîna Saddam wê bi desê gel were cezakirin."
'CIZÎR Û ŞENGAL YEK IN'
Koordînasyonê da zanîn ku di navbera Şengal û Cizîrê de ti sînor nînin, Şengal û Cizîr yek in û wiha dewam kir: "Sînorên dewletan nikar yekbûna me tine bikin. Êşa bakur êşa me ye. Beriya niha bi demekê li ser me jî fermanek rabû. Yê ku gelê Cizîra Botan herî zêde fêm bike, em in. Em ê tola gelê xwe rakin."
Koordînasyonê herî dawî bang li ciwanên Êzidî yên li Bakur, Başûr û Ewropayê dijîn kir, ku li hemberî vê fermanê rabin ser piyan û biherikin Bakurê Kurdistanê."