'Dewleta Tirk komkujiyeke din li dîroka xwe zêde kir'
Biraziyê Mehmet Yavûzel ê yek ji birîndarên li Cizîra komkujî lê hat kirin Gokhan Yavûzel, weke koma Însiyatîfa Wêjevanan a ji bo Aştiyê hat Nisêbînê û tevlî berxwedana nobedê bû.
Biraziyê Mehmet Yavûzel ê yek ji birîndarên li Cizîra komkujî lê hat kirin Gokhan Yavûzel, weke koma Însiyatîfa Wêjevanan a ji bo Aştiyê hat Nisêbînê û tevlî berxwedana nobedê bû.
Biraziyê Mehmet Yavûzel ê yek ji birîndarên li Cizîra komkujî lê hat kirin Gokhan Yavûzel, weke koma Însiyatîfa Wêjevanan a ji bo Aştiyê hat Nisêbînê û tevlî berxwedana nobedê bû. Yavûzel diyar kir, dewletê bi qetilkirina birîndarên li Cizîrê re komkujiyeke din li dîroka xwe zêde kiriye û destnîşan kir, ku divê her kes li dijî vê wehşetê rabe ser piyan.
Berxwedana Nobedê ya li Nisêbînê di çarçoveya Meşa Botanê de li dijî dorpêçî û terora dewletê ya li Botanê hat destpêkirin, dewam dike. Biraziyê endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ku yek ji birîndarên li Cizîrê ye Gokha Yavûzel jî di nav de, endamên 'Însiyatîfa Wêjevanan ji bo Aştiyê' ya ji 800 wêjevanan, cihê xwe di nava nobeda berxwedanê de girtin. Yavûzel diyar kir, weke wêjevanan heta dorpêçiya li ser Botanê were rakirin ew ê çalakiya xwe bidomînin û nerazîbûneke tund nîşanî komkujiya dewletê ya li Cizîrê li dijî birîndarên apê wî jî di nav de heye, da. Yavûzel destnîşan kir, ku wê hesabê komkujiyê bipirsin.
'HETA KU KOMKUJÎ BIQEDIN EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Yavûzel anî ziman, ku ji bo komkujî û dorpêçiya li Kurdistanê bi dawî bibe wan rêxistinbûne bi navê 'Însiyatîfa Wêjevanan ji bo Aştiyê' ava kirine û got, "Ev însiyatîfa me ya ji 800 helbestvan û nivîskaran pêk tê, wê heta rakirina dorpêçî û bidawîkirina komkujiyên li Botan û Kurdistanê, çalakiya xwe bidomînin."
'DEWLETA TIRK KOMKUJIYEKE DIN LI DÎROKA XWE ZÊDE KIR'
Yavûzel bibîr xist, ku dîroka dewleta Tirk bi komkujiyên tirsnak re dagirtiye û diyar kir, dewletê bi qetilkirina birîndarên li Cizîrê re komkujiyeke din li dîroka xwe zêde kir. Yavûzel anî ziman, ku mirovên sivîl li pêş çavên her kesî hatine qetilkirin û ragihand, divê her kes li hemberî vê komkujiyê rabin ser piyan.
'DIVÊ AGAHIYÊN BERFIREH TAVILÊ BÊN EŞKEREKIRIN'
Yavûzel xwest agahiyên berfireh ên li ser komkujiya li Cizîrê werin eşkerekirin û got, "Ji ber nûçeyên derewîn ên medya şer, em baş nizanin asta wehşeta li Cizîrê hatiye kirin, di kîjan astê de ye. Em dixwazin der barê rewşa birîndaran de tavilê agahiyên zelal bên dayîn."